Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye 2022-04-09 10:15:03 STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Gulseren Yolerî, cezayê disiplînê yê nû ku dabûn Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke “hinceta tecrîdê” pênase kir û wiha got: “Temamiya sepanên li Îmraliyê raste rast girêdayî siyasetê ne. Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye.” Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Serdemê bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şertên tecrîda giran de tê ragirtin û miwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re, di 22’yê mijdara 2021’an de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabûn. Dadgeriyê di heman rojê de bersiva parêzeran da û diyar kir ku derheqê Ocalan de 2 biryarên qedexeya hevdîtinê yên nû hatine dayîn. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ku daxwaza hevdîtinê ya parêzeran red kir, sedema biryara xwe jî weke biryara dadgehê ya di 12’ê cotmehê ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan nîşan da. Ji bo biryara xwe ya redkirina daxwaza hevdîtinê ya malbatan jî dadgeriyê diyar kir ku Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Girtîgeha Îmraliyê di 18’ê tebaxê de ji bo 3 mehan biryara qedexeya serdanan nîşan da.    Ev saleke agahî ji Ocalan nayên girtin û nahêlin ne bi parêzer û ne jî bi malbata xwe re hevdîtinan bike. Her wiha cezayên disiplînê yên nû li Ocalan hatine birîn. Qedexeya hevdîtina bi malbatan re di 18’ê mijdara 2021’an de xelas bûbû lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bersiv nedabû daxwaza hevdîtinê ya malbatan. Li ser vê yekê parêzeran di 28’ê adarê de dîsa serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan û xwestin ku astengiyên hiqûqî yên li pêşiya hevdîtinan bên rakirin û xwestin ku malbat biçin hevdîtinê. Dadgeriyê di 29’ê adarê de bersiva parêzeran da û serlêdan red kir. Dadgeriyê cezayên disiplînê yên nû jî weke sedema biryara xwe nîşan da.    Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Gulseren Yolerî têkildarî tecrîda li ser Ocalan bi ajansa me re axivî.    QEYDAN BINPÊ DIKIN    Gulseren Yolerî anî ziman ku li Îmraliyê sepaneke taybet a li dijî şexsekî di meriyetê de ye û wiha domand: “Roja ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin ev tecrîd dest pê kir. Ev tecrîd her ku çû bêhtir giran kirin. Bi raporên parêzerên Ocalan re jî ev şert û mercên giran ên tecrîdê xuya dibe. Dema em qanûnên girtîgehan ji hêla hiqûqî ve dinirxînin, dibînin ku bi sepana li Îmraliyê re hiqûq hatiye binpêkirin. Di mijara sepanê de cihêkarî û binpêkirineke mezin heye.”    BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN    Bi domdarî Yolerî diyar kir ku tecrîd binpêkirineke giran a mafên mirovan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em ji hêla mafên mirovan ve dinirxînin, tecrîd îşkence ye. Ev îşkence jî di şexsê Ocalan de tê kirin. Qedexeyên hevdîtina bi malbat û parêzeran re nîşan dide ku tecrîda îşkenceyê ye. Her wiha mafê wî yê ragihandinê tê astengkirin û têkiliya wî ya bi dinyayê re tê qutkirin. Cezayên disiplînê yên tên dayîn, tenê ji bo domandina tecrîdê weke hincet tên dîtin. Hinek mafên bingehîn hene ku kesek nikare binpê bike. Ev maf di şert û mercên şer de jî nayên binpêkirin. Demekî ewqas dirêj astengkirina mafê têkilîdanîna bi derve, di hiqûqa navxweyî de jî tune ye.”    TÊKILIYA TECRÎD Û SIYASETÊ    Di berdewamê de Yolerî da zanîn ku sepanên li Îmraliya têkiliya xwe ne bi hiqûqê lê raste rast bi siyasetê re heye û axaftina xwe wiha xelas kir: “Nabe ku mafên bingehîn ên mirovan weke amûrên siyasetê bên bikaranîn. Lê di halê hazir de ya ku tê kirin ne li gorî hiqûqê lê li gorî daxwaza siyasetê tê kirin. Li gorî me ev yek sepanekî derhiqûqî û binpêkirina mafên mirovan e. Divê di zûtirin dem de dawiyê li vê sepanê bînin. Bi cezayên disiplînê re hewl didin raya giştî ya navneteweyî qaneh bikin. Nexwe derdekî wan a ji bo qanehkirina raya giştî ya navxweyî nîne. Ev demekî dirêje di vê bihiqûqiya xwe de israr dikin. Mirov nikare êdî qala hiqûqê bike. Di dema pêvajoya çareseriyê de hevdîtin asayî kirin û piştre jî qedexe kirin. Anku ev hevdîtin li gorî daxwaza siyasetê tên kirin an jî astengkirin.”   MA / Esra Solîn Dal