Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû 2022-04-09 11:36:06 ENQERE - Endamê PEN a Kurd Nezîr Çakan ku ji Doza Kobanê girtî dihat darizandin tehliye bû.  Endamê PEN a Kurd nivîskar Nezîr Çakan ku di Doza Kobanê de girtî dihat darizandin, tehliye bû. Duh di danişîna Doza Kobanê ku heta saetên şevê berdewam kiribû de heyeta dadgehê biryar navberê dabû û piştî ku biryar li ÛYAP'ê bar bû, îro ber destê sibehê Çakan ji Girtîgeha Sîncanê tehliye bû.