Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an 2022-04-09 13:23:06 AMED - Li gorî encamên rapirsîna ku Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê di serê vê mehê de kiriye, dengên AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an, dengê MHP'ê ketine ji sedî 6,1'an. Di lêkolîna ku li 18 bajaran hatiye kirin de di serî de HDP û CHP dengê partiyên muxalefetê zêde bûye.    Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê, di navbera 1-4'ê nîsanê de li bajarên mîna Stenbol, Enqere, Edene, Îzmîr, Bûrsa, Konya, Mersîn, Samsûn, Antalya, Erzirom, Agirî, Amed, Riha, Êlihê, Şirnex, Mêrdîn, Wan û Semsûrê bi 2 hezar û 10 kesan re derbarê dengên partiyan de rapirsînek kir. Nivî rapirsînê rû bi rû û nîvê wê jî bi reya qûmpîterê pêk hatiye. Ji sedî 51,7'ê beşdarên rapirsînê zilam û ji sedî 48,3'yê wan jî jin in.   DENGÊ MUXALEFETÊ JI YÊN DESTHILATÊ ZÊDETIR IN   Navendê encamên rapirsînê parve kir. Li gorî rapirsînê heke vê yekşemê hilbijartin çê bibe bi belavkirina dengê kesên bêbiryar re; wê AKP'ê ji sedî 33,4, CHP ji sedî 30,4, ÎYÎ Partî ji sedî 12,4, HDP ji sedî 11,2 û MHP ji sedî 7,1 deng bigire. Bêyî belavkirina dengê bêbiryar AKP ji sedî 28,9 û MHP jî ji sedî 6,1 deng digirin.    AKP-MHP'Ê DENGÊ XWE WINDA DIKIN   Bi van encaman li gorî hilbijartina 2018 AKP'ê ji sedî 9,4 û MHP'ê ji sedê 2,5 dengên xwe winda kirine. Her du partiyan bi giştî ji sedî 11,9 dengê xwe winda kirine.    DI HILBIJARTINA SEROKKOMARIYÊ DE ERDOGAN TÊK DIÇE   Di rapirsînê de pirsa serokkomariyê jî hatiye kirin. Li gorî rapirsîn heke Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bibine hevrikê hev; Îmamoglû ji sedî 42,5 û Erdogan jî ji sedî 36,7'ê dengan digire û Erdogan li dijî Îmamoglû têk diçe. Heke Erdogan û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû bibin hevrikê hev; Kiliçdaroglû ji sedî 40,5 û Erdogan jî ji sedî 38,1'ê dengan digire. Li gorî vê encamê Erdogan li dijî Kiliçdaroglû jî bi ser nakeve.