Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin 2022-04-09 16:25:15   STENBOL - Çavên girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ji sedî 90 nabînin û li gel nexweşiya tansiyona bilind, her wiha nexweşiya kolanê jî pê re heye. Di çalakiya “Rûniştina F” a vê hefteyê de banga berdana Dîrekçî hate kirin.    Bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” tê lidarxistin. Di hefteya 524’an de çalakî li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ku ev 25 sal in di girtîgehê de ye û niha jî li Girtîgeha Jinan a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin.    Di çalakiyê de endama ÎHD’ê Meryem Bars diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên zêde hene û wiha domand: “Têkildarî mijarê ji bo Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê serlêdan hatin kirin. Lê tevî vê yekê jî Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag di daxuyaniya xwe ya di 2’yê nîsanê de îdia kir ku li girîgehan nêzikatiya xerab, îşkence û binpêkirinên mafan nînin. Ev helwest jî rê li ber mirina girtiyan vedike. Herî dawî jî Mehmet Sevînç bi rengekî biguman li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê wefat kir. Sevînç, girtiyê 28 salan bû û nexweşiya tansyona bilind pê re hebû. Tevî vê yekê jî di hucreya yekkesî de dihat ragirtin. Di 3’yê nîsanê de nexweşiya wî giran bû û wefat kir. Ev jî nîşan dide ku divê rayedar di zûtirin dem de bi berpirsyartiyên xwe rabin.”    ‘EV DU SAL IN BI TENA SERÊ XWE DIMÎNE’    Di berdewamê de Bars, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîre Dîrekçî û ev agahî dan: “Çavên wê ji sedî 90 nabînin. Nexweşiya tansiyona bilind û kolonê pê re heye. Di sala 2019’an de bi mebesta tedawiyê rûviyên wê ji bo 6 mehan derxistibûn lê bi hinceta pandemiyê rûviyên wê di tîrmeha 2021’an de dîsa xistin hundir. Vê yekê jî kir ku emeliyat baş derbas nebe û rewşa wê ya tenduristiyê xerabtir bibe. Hefteyê herî kêm du caran diçe nexweşxaneyê û nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Tevî vê rewşê û tansiyona bilind jî, ev 2 sal in di karantînayê de bi tena serê xwe tê ragirtin. Pêdiviyên wê jî nayên bicihanîn.”    ‘DIVÊ DÎREKÇÎ BÊ BERDAN’   Bi domdarî Bars, agahiyên ku xwîşka Dîrekçî dabûn parve kirin û wiha domand: “Di dema girtinê de li cem Semîreyê teqînek çêbû û çavê wê ji sedî 90 kor bû. Piştî emeliyatê, di çavê wê yên din de jî pirsgirêk rû dan. Birînên ji ber emeliyatê yên di zikê wê de hêj baş nebûne. Divê her tim di bin kontrolê de be. Lê piştî emeliyatê her tim di karantînayê de tê ragirtin. Hefteyê du caran dibin nexweşxaneyê lê carnan ji ber rewşên lezgîn carnan 3-4 caran tê sewqkirin. Divê Dîrekçî li gel malbata xwe bê dermankirin. Serlêdanên parêzerên Dîrekçî yên ji bo paşdexistina cezayê wê jî hatin redkirin. Dîrekçî dixwaze bê berdan û li cem malbata xwe bê dermankirin. Rewşa tenduristiyê ya xerab, li ser jiyana Dîrekçî xetere ye û divê were berdan.”