Gava behsa îşkenceyê kir telefon hat qutkirin 2022-04-10 09:07:53   AMED - Îbrahîm Ayaz ku di Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan de ye, ragihand ku li girtîgehê îşkence li wan hatiye kirin.    Îbrahîm Ayaz ku di Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan de ye, telefonî malbata xwe kiriye. Ayaz, bi rêya telefonê ragihandiye ku îşkence li wan tê kirin. Ayaz telefonî bavê xwe Şeyhmûz Ayaz kiriye. Gava di telefonê de gotiye gardiyan îşkence li wan kirine, telefon di deqeyan dudoyan de hatiye qutkirin.    Bav Ayaz, diyar kir ku kurê wî di 2020'an de bi îfadeya şahidan hatiye girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin. Ayaz, behsa hevdîtina bi telefonê kir û got: "Di bin navê lêgerînê de avaêtine ser qawîşên wan. Eşyayên wan hatine belawelakirin. Gardiyananan pêl kincên wan kirine. Gava li ber vê rabûne bi awayekî fizîkî îşkence li wan hatiye kirin."    TENÊ 2 DEQE XEBERDANE   Ayaz, anî ziman ku gava kurê wî behsa tahdeya li wan hatiye kirin kiriye telefon hatiye qutkirin. Ayaz, bilêv kir ku hevdîtin diviyabû 10 deqeyan bidome, lê 2 deqeyan dewam kir û got: "Di telefonê de ji dengê kurê min xuya bû ku qirika wî tije bûye. Min jî bertek nîşan dan. Bi vê telefon hat girtin û cardin hew telefon kir."    Ayaz, bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da û got: "Jixwe zarokên me girtî ne. Ew kî ne ku radibin li zarokên me dixin. Bi vî awayî dixwazin vîna wan bişikînin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Li tu welatî tiştekî wiha tune ye. Piştî hevdîtina dawî fikarên me zêde bûn. Ger tiştek bê serê kurê min berpris îdareya girtîgehê ye."    Têkildarî mijarê me telefonî girtîgehê kir. Rêvebiriya girtîgehê ev îdia qebûl nekirin.