Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin 2022-04-10 15:35:26 ŞIRNEX - Keşeyê Sûryanî Meta Eksen ê 5’ê Nîsanê li Belçîkayê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê xwe yê salên 90’î neçar mabû biterikîne hate veşartin. Keşeyê Sûryanî Meta Eksen salên 1990’î ji Gundê Hesena ya Suryanî ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê neçar mabû koç bike.   Cenazeyê Eksen ê 5’ê Nîsanê li Belçîkayê jiyana xwe ji dest dabû, li ser wesyeta wî li gundê lê hatî dinê Gundê Hesena bê veşartin.   Li Dêra Marmoşel a pêşberî mala Eksen a bûye xirabe merasîmek hate kirin.   Di merasîmê de Hevşaredarê HDP’ê yê Silopiya Suleyman Şavlûk, gelek keşe, bi sedan kesên ji Ewropa û derdor hatibûn amade bûn.   Ji Dêrê heta goristanê cenazeyê Eksen hat hilgirtin û bi kurdî, tirkî û suryanî silav hatin kirin. Li ser goristanê ji Încîlê ayet hatin xwendin û pişt re cenaze hat veşartin. Dê serdanên şînê li Mala Şînê ya Gundê Hesena bên qebûlkirin.