Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn 2022-04-10 15:51:35 WAN - Hevserokê DBP’a Wanê Çetîn Ûyar ê serdana malbatên girtiyan ên çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomînin kir, bertek nîşanî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û girtiyên din da û wiha got: “Gelê kurd vê qebûl nake.” Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin di roja 114’an de berdewam dike. Dayika girtî Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê de tê ragirtin, Aslihan Tîmûr û dayika Metîn Ûyar ê li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeya Gîresûnê tê ragirtin, Fîlîz Ûyar çalakiya îro domandin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wanê û endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Alî Bora piştgirî da malbatan.    BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA   Hevserokê DBP’ê Çetîn Ûyar ê di serdanê de axivî, bal kişand ser çalakiyên Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar, malbata Dokû û çalakiyên malbatên girtiyan li Wan, Amed û Îzmîrê dane destpêkirin û wiha got: “Ez kesên têkoşîna edaletê dimeşînin silav dikim. Kesên ku dê qezenç bikin wê bibin em.”   Ûyar, bertek nîşanî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan da û qala bi milyonan îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin û daxwaza azadiyê ya di pîrozbahiyên Newrozê de derket holê kir. Ûyar, diyar kir ku hikumet van hemû daxwazan piştguh dike û ev bang kir: “Şûna ku hikumet tecrîdê rake, cezayê dîsîplînê li Birêz Ocalan dibire û tecrîdê kurtir dike. Gelê kurd vê rewşê qebûl nake. Birêz Ocalan divê demildest bi parêzerên xwe û malbatan re hevdîtinê bike.”   REWŞA LI GIRTÎGEHAN   Ûyar, bertek nîşanî sewqkirinên girtîgehan jî da û wiha axivî: “Girtî di bin tecrîdeke girankirî de ne. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ev rewş hem ji girtiyan re hem jî ji malbatan re cezayek e. Lawê min jî şeş sal in sirgunî Gîresûnê hatiye kirin û ez nikarim biçim serdanê. Girtiyên ku dixwazin biçin nexweşxaneyê dema vegerê de 14 rojan têxin karantînayê. Girtiyên nexweş di pêvajoya karantînayê de pirsgirêk dijîn. Ji mirinên li girtîgehan Wezîrê Dadê berpirsyar e.” Ûyar, bang kir ku herkes xwedî li çalakiyên Nobetên Edaletê bike û got: “Em çiqas ji dengê dayikên xwe re bibin deng, em ew qas bikarin dengê wan bigihînin Wezareta Dadê û hikumetê.