25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn 2022-04-10 21:31:53   STENBOL - 25'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe ku li ser navê nûçegihanê Rojnameya Evrensêlê Metîn Goktepe yê hatiye qetilkirin tên dayîn, ji xwediyê wan re hatin dayîn. Li ser navê ajansa me Arjîn Dîlek Oncel di beşa “Nûçeyên Nivîskî” de xelat wergirt.   25'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe ku ji aliyê Rojnameya Evrenselê ve ji sala 1998'an ve bi armanca jiyandina bîranînên rojnamegerên li ser karê xwe jiyana xwe ji dest dane û nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe tê lidarxistin, bi merasîmekê ku li Navenda Çanda Akatlar a navçeya Beşîktaş a Stenbolê hat lidarxistin, ji xwediyên wan re hatin dayîn. Rojnamevanên ku xelat wergirtin, endamên jûrî, Seroka CHP’ê ya Bajêr Canan Kaftancioglû û dayika Metîn Goktepe Fadîme Goktepe beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de ewilî sînevîzyona ku ji nûçe û dîmenên Metîn Goktepe kişandine pêk dihat hate pêşkeşkirin. Dûre piştî axaftina vekirinê wêneyê Metîn Goktepe ku wênesaz Mahmût Yildiz xêz kiribû, diyarî dayika Goktepe Fadîme Goktepe hate kirin. NAYÊ JI BÎR KIRIN Di merasîmê de ewilî di beşa rojnamevaniya herêmî de xelat hat dayîn. Omer Karakûş ê bi serenavê “Rayedaran qenal çêkir lê av ji bîr kir”di vê beşê de xelat girt, diyar kir ku heta ku hebin wê Goktepe ji bîr nekin. Di beşa wêneyan de jî Hasan Dogan bi navê wêneyê “Berxwedana Mîgrosê” xelatê xwe girt. Ji ber Dogan derveyî bajêr bû nekarî tev li merasîmê bibe. Li ser navê Dogan, rojnamevan Mûrat Ûysal xelat girt. Dogan di peyama şand de xelatê xwe diyarî berxwedêrên Mîgrosê kir. Di beşa nûçeyên bi dîmen ên xelata taybet a jurî de jî nûçegihana Arti TV’yê Meral Danyildiz bi nûçeya “Di medyaya dîjîtal de bazara ‘gurçikan’” xelat girt. Danyildiz, diyar kir ku hewl daye pirsgirêkên ku welatî ji ber qeyrana aboriyê dijîn derxîne holê û xelatê xwe diyarî kesên nikarin debara xwe bikin kir. Di beşa nûçeyên bi dîmen de jî nûçegihanê Gazete Dûvarê Serkan Alan bi nûçeya xwe ya serenavê “Cîhan Andîç: Bila aştî were Tirkiyeyê” wergirt. Alan ê xelat girt diyar kir ku di rêya Metîn Goktepe de diçin û bi lêv kir ku wê vê meşa xwe bidomînin. Alan, xelata xwe diyarî aştiyê û kesên ji bo aştiyê têdikoşin kir. KESÊN BI MAŞÎNEYÊN ZIRXÎ HATINE QETILKIRIN Nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Aslan jî bi nûçeya xwe ya bi navê “Wezaretê ji malbata welatiyê ku bi maşîneya zirxî hatibû kuştin tazmînatê xwest” xelata Nûçeyên Nivîskî ya Taybet a Jûriyê girt. Aslan, bi lêv kir ku ji bo xelat girtiye gelek keyfxweş e û wiha got: “Li bajarên kurdan komkujiyên wesayîtên zirxî gelek çêdibin. Şûna ku faîlan darizînin dozê li malbatan vedikin. Ji malbata Fîkrî Demîrbaş re dozeke tazmînatê ya 250 hezar Euro hate vekirin. Faîlê Efe beraet kir. Ez vê xelatê diyarî Fîkrî Demîrbaş, Efe Tektekîn û kesên din ên hatine qetilkirin dikim.” NÛÇEGIHANA AJANSA ME ONCEL JÎ XELAT GIRT Nûçegîhana ajansa me Arjîn Dîlek Oncel jî bi nûçeya xwe ya bi navê “Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla” xelata xwe girt. Dayika Goktepe Fadîme Goktepe xelata Oncel daye. Oncel, diyar kir ku xelat li ser navê hevalên xwe yên tevî zextan jî rastiyan digihînin civakê digire. Oncel, da zanîn ku  xelata xwe diyarî zarokên ku li bajarên herêmê hatine qetilkirin kir û wiha got: “Ez ji vir hevalên xwe silav dikim. Ev nûçe me gelek diêşînin. Zarok bi maşîneyên zirxî an jî dema di cihên xwe de radizin tên qetilkirin.” Merasîma xelat bi birîna pasteyê ya Fadîme Goktepe û rojnamevanan bi dawî bû.