ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-11 09:00:27 * Hevseroka Komeleya Wêjevanên Kurd Sultan Yaray bal kişand ser cihêkariya zimanê kurdî ya ku ji aliyê Diyanetê ve li Mizgefta Mezin a Amedê hatiye kirin û got: “Dewlet dixwaze ku zimanê kurdî qedexe bikê û kurdan tune bike."    * Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, ji ber malzemeyên medîkal nînin emeliyat nayên kirin, dermanên janê û birînê yên ku divê li navêndên tenduristiyê hebin, nayên peydakirin.    * Li navçeya Sêwregê guldexwînên vebûne bi reng û xweşikiya xwe bandorê li kesan dikin û demsala biharê li Qerejdax xemilandin.    * Cemaet û komeleyên ku bi nêzîkbûna xwe ya bi hikûmetê re tên nasîn, li navçeya Sûrê li avahiyên ku nû hatine çêkirin û radestî xwediyên wan nehatine kirin, bi cih dibin.    * Dadgehê têkildarî kuştina Mehmet Pîtek ê polîsan di dema qedexeyên derve yên Nisêbînê de di balkona mala wî de ew kuşti bûn, ji aliyê qisûrê ve Wezareta Dadê fihêl kir, ji aliyê berpirsyariyê ve jî mehkumî 242 hezar lîre  tazmînatê kir.    * Derket holê ku Şaredariya Artukluyê ya AKP’yî di bin navê “mêvanperweriyê de” 620 hezar lîre ji bo xwarinê û 172 hezar lîre jî ji bo plaketên wereq ên bi zêr û diyariyan xerc kiriye.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 399'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de hatiye vekirin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.15)   * Baroya Şirnexê wê têkildarî birîndarkirina endamê xwe Serkan Karakaş ku ji aliyê polîsan ve pêk li ber avahiya xwe daxuyanî bide. (10.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16-00)    * Danişîna doza derbarê kujerên Pinar Gultekîn a xwendekara Zanîngeha Muglayê dê li Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê bê lidarxistin. (14.00)