Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin 2022-04-11 16:17:26   WAN - Nevzat Altindag ê ser navê HDP’yiyên seredana çalakiya nobeta edaletê ya li Wanê kirin axivî, wiha got: “Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin. Neberdana kesên cezayên wan xelasbûne ne hiqûqî ye.”   Çalakiya malbatên girtiyan ji bo girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan û girtiyên nexweş ên nayên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 115’an de ye. Dayika Rojhat Aydin ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin Hamî û bavê wî Muhammed Aydin çalakiya nobetê ya îro domandin. Rêveberên rêxistina HDP’a Westanê seredana çalakiya nobetê kirin.    Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Nevzat Altindag ê di serdanê de axivî, diyar kir ku têkoşîna dayik dimeşînin pîroz e û wiha got: “Em dixwazin ev çalakî bigihe armanca xwe. Hiqûq li gorî kesan nayê guhertin. Lê li gorî kesan muamele tê kirin. Neberdana kesên cezayên wan xelasbûne ne hiqûqî ye. Tevî ku cezayên xwe xelaskirine jî bi hêcetên hêsan nayên berdan. Vê rewşê mantik qebûl nake. Ji bo neheqiyên li girtîgehan bên bidawîkirin dayik têkoşînekê dimeşînin.”   ‘TECRÎD LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’   Altindag, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û wiha axivî: “Tecrîd li dijî mirovahiyê ye. Kî were tecrîdkirin bila were tecrîdkirin em li dijî wê bisekinin. Girtiyên nexweş bi hêcetên raporên ku dikarin ‘di girtîgehê de bimînin’ nayên berdan. Girtiyên nexweş, piştî jiyana xwe ji dest didin bi tabûtan derdikevin. Em vê rewşê şermezar dikin. Ev rewş ne hiqûqî ye. Dema hiqûq hate binpêkirin divê mirov êdî li tu mafên din negere. Li cihê ku hiqûq lê nebe tu maf nînin.”