Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye 2022-04-11 17:04:21   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran rewşa girtiyê nexweş Gurbuz Topçu ku nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike xist rojeva Meclisê.    Girtiyê nexweş Gurbuz Topçu li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin. Çavekî Topçu nabîne û bedena wî jî ji sedî 50 felcê lê da ye. Ji sala 2017’an heta niha Topçu di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ji ber rewşa giran a tenduristiya xwe jî nikare sexbêra xwe bike.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Ayşe Acar Başaran têkildarî rewşa Topçu, bi daxwaza bersivandina Serokê Wezerata Edaletê Bekir Bozdag pêşnûpirsek pêşkeşî Meclisê kir.    Di heman demê de Başaran daxwaznameyek da Serokatiya Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê. Di daxwaznameyê de Başaran têkildarî binpêkirinan agahî dan û xwest ku ji bo lêkolînkirina rewşa Topçu şandeyek biçe serdana girtîgehê.    Di pêşnûmepirsa xwe de Başaran ev pirs ji Bozdag kirin:    “* Girtî Gurbuz Topçu ku çavekî wî nabîne û ji sedî 50’ê bedana wî felcî lê da ye, li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin. Gelo haya we jê heye ku Topçu ji sala 2017’an heta niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin?    * Gelo rêveberiya girtîgehê bi kîjan sedeman daxwaznameyên Gurbuz Topçu red dike? Çima bersiva daxwaznameyên wî nayên dayîn?   * Tevî ku Gurbuz nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike çima tê tecrîdkirin?    * Di girtîgehên Tirkiyeyê de çend girtiyên ku nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin lê tevî vê yekê jî di hucreya yekkesî de tên ragirtin hene?    * Li Tirkiyeyê çend girtiyên nexweş û nexweşên rewşa wan giran hene?    *Gelo têkildarî rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê dê sererastkirineke we çê bibe yan na?”