Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar 2022-04-11 20:02:52   RIHA - Hevsroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û parlementerên HDP'î bûn mêvana "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşar.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 399'an de didome. Îro Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay, parlementerên HDP'ê Omer Ocalan û Ayşe Surucu û gelek kes bûn mêvanê "Sifreya Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin.    Beriya fitarê Hevsroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û bang li kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin kir ku demildest dawî li vê bêedaletiyê bînin. Bûldan, bal kişand ser kuştina hevjînê Emîne Şenyaşarê û her du kurên wê û ji bo girtina kurekî wê jî got, ev yek bi tu hiqûq û wijdanê nayê ravekirin. Bûldan got: "Lewma em careke din bang li kesên vî welatî bi rê ve dibin dikin; Dawî li vê bêedaletiyê bînin. Dayik baş dizane dê windahiyên wê paş de neyê. Lê vê nobedê ji bo berdana kurê xwe yê di girtîgehê de daye destpêkirin. Em careke din dibêjin, divê hr kes vê nobedê bibîne. Û em vê bangawaziyê careke din dubare dikin. Em li cem malbata Şenyaşarê ne. Em baş dizanin bê çi bêhiqûqîtî hatiye serê wan. Lê em li cem malbatê careke din bang dikin ku yên vî welatî bi rê ve dibin dawî li vê bêhiqûqîtiyê bînin. Em ê tim li cem malbata xwe bin."    Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser bêedaletiya pê re rû bi rû dimînin û got: "Heya edalet pêk bê em ê li ber xwe bidin."    Piştî axaftinan bu duayan çûn ser "Sifreya Edaletê" rûniştin.