ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-12 09:00:03 * Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê, îtiraza Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ji bo cezayên dîsiplînê yên li Ocalan hatine birîn, bi hinceta ku "tu bêusûlî û dijqanûnî tune" red kir. Parêzer dê serî li AYM'ê bidin.  * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Hezexê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya li gel Tirkiyeyê dan û gotin: "Heke em taştê bin ew ê jî firavîn bin. Navê kurditiyê li ser wan heye, Bila aqlê xwe bidin serê xwe.”    * Gulşen Geylanî, dêya girtî Samî Geylanî ku ji Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê hatiye sewqkirin kirin, bilêv kir ku 4 sal in kurê xwe nediye û got: "Bi vî awayî hem tahdeyê li girtiyan hem jî li me dikin."    * 2 sal in xeber ji Mihemed Mîr Mîrzen ê rojavayî yê tê gotin gava ji aliyê Îranê sînorê Tirkiyeyê derbas kiriye û ji aliyê eskerean ve hatiye binçavkirin, nayê girtin. Dayik Şîrîn Mîro, bi mehan e welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere.    * Derket holê ku îhaleyên ku Şaredariya Artûklû ya AKP'î bi 2 milyon û 749 hezar TL'yî çêkirine bi awayenî bêsulûk hatine çêkirin û teklîfên hatine kirin jî hemû ji heman maîlê hatine şandin.    * Koçerên Qerejdaxî hêdî hêdî berê xwe didin cihên bilind û hênik. Koçeran bal kişand ser fiyetên zozanan û yê êm û gotin: "Ger wisa biçe dê sewalvanî nemîne."    * Dîwarên Kela Çemdîn a dîrokî hindik mane xera bibin. Şêniyên taxê dixwazin keleh bê restorekirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 400'emîn de berdewam bike.    * MHP, HDP û CHP dê komcivînên xwe yên li Meclisê li dar bixin. (10.45/12.45/13.30)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Amed, Wan û Îzmîrê dê berdewam bike. (12.30-16.00)   * Şaxa ÎHD'a Amedê têkildarî 24 jinên di 16'ê adarê de li Amedê hatibûn binçavkirin û bi binpêkirinên mafan re rûbirû mabûn dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Danişîna doza parêzerên Qetlîama Enqereyê protesto kiribûn û tên darizandin dê li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (14.00)