Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin 2022-04-12 09:00:41 ŞIRNEX - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Hezexê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya li gel Tirkiyeyê dan û gotin: "Heke em taştê bin ew ê jî firavîn bin. Navê kurditiyê li ser wan heye, Bila aqlê xwe bidin serê xwe.”  Tirkiyeyê di 23’yê nîsana sala 2021’an de li dijî deverên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê operasyona leşkerî dabû destpêkirin û didome. Tevî hemû hewldan û bikaranîna amûrên teknîka li pêşketî jî Tirkiye dike û nake li wan deveran bi pêş ve naçe. Tirkiye ji ber ku di operasyonê de xitimiye serî li rêbazên cuda dide û trafîka di navbera Enqere û Hewlêrê de zêdetir kir. Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan piştî hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Herêma Kurdistanê re kirin, pişt re jî Nêçîrvan Barzanî bi bi Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Tê gotin ku amadekariya operasyoneke nû ya berfireh li dijî Başûrê Kurdistanê tê kirin.    Bertekên li dijî hikumet û rayedarên PDK’ê zêdetir dibin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên navçeya Hezexa Şirnexê nêrazîbûn nîşanî Barzanî dan û diyar kirin ku bi van kirinên xwe dawiya xwe tîne.    'EM TAŞTÊ BIN EW FIRAVÎN IN’    Ji Dayikên Aştiyê Nebîha Aygaç anî ziman ku hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re wê bibe sedemê şereke navxweyî û wiha axivî: "Divê Barzanî ji kurdbûyina xwe şerm bike. Heta niha têr nexwariye wê li ser xwîna zarokên me bixwe? Barzanî îro diçe kemînan li pêşiya zarokên kurd datîne. Cenazeyên zarokên kurd desteser dike. Dayikên kurd ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bistînin 6 mehan li ber deriyê Sêmelka çalakiya rûniştînê kirin. Tu însanetiya Nêçîrvan Barzanî nema ye. Ji her çar perçeyên Kurdistanê zarokên kurd li Başûr hene. Banga me ji Barzanî re ev e; êdî bes e bila kezeba dayikan neşewite. Heke em taştê bin ew jî wê bibin firavîn. Navê kurditiyê li ser wan heye. Bila aqlê xwe bînin serê xwe. Bila ji navê xwe şerm bike. Malbata Barzanî darê bin xwe de dibire. Zirarê dide xwe. Bila dev ji vê siyaseta qirêj berde. Ji bo ku Tirkiye bikeve Başûrê Kurdistanê rêyan vedike. Karê şerekî qirêj dikin.Vê xwînê bide sekinandin. Banga me ji hemû dayikan re heye werin em vê xwînê bidin sekinandin û pêşiya vî şerî bigirin."    'AMADEKARIYA ŞEREKE BERFIREH DIKIN'    Ji Dayikên Aştiyê Kumrî Babat jî bi lêv kir ku Barzanî bi van kirinên xwe xiyanetê li gelê xwe dike û wiha got: "Heke ku hinek jî berjwendiya wan kurdbûn bûya, wê destê xwe bida gelê xwe. Bila êdî bes zarokên me bide kuştinê. Bila bes şerê birakujiyê bike. Ger bêje ez li parçeyekî Kurdistanê dijîm, divê li gorî wê tevbigere. Bila dest ji hevkariya bi Tirkiyeyê re berde. Niha bi operasyoneke berfireh dixwazin li dar bixin. Tu heqê wî li ser gelê kurd nîne ku wisa bike. Hezar sal in kurd di bin zilm û zordariyê de ne. Xwîna wan direje çiya û çolan. Dema ku Saddam Huseyin êr,şî Başûrê Kurdistanê kir, hemû koçber bûn û hatin aliyê me. Me zarokên xwe ji dergûşên xwe derxistin û zarokên xelkê me yê başûr têde hejand. Bila Barzanî van bîne berçavên xwe. Çima destûr dide ku xwîna kurdan dirije. Divê tavilê ji vê rêya şaş vegere. Nexwê venegere wê tim bê şermezarkirin. Bila bes hevkariya dewleta tirk bike. Kî mafê mirovan biparêze divê li hemberî vî şerî bisekine."   'BÛYE NEYARÊ GELÊ XWE'    Dayika Aştiyê Leyla Aslan jî nêrazîbûn nîşanî gengaziya amadekariya operasyonek nû da û wiha axivî: "Dema ku Barzanî ketiye tengasiyê her kurdan alîkariya wan kiriye. Çima niha polîtîkayên li dijî gelê kurd dide meşandin? Îro bûne neyarê gelê xwe. Her tiştek me kiriye îro xistine bin destê xwe. Malbata Barzanî îro bûye hevalê dewleta tirk.”    'DIVÊ KURDAN BI DESTÊ KURDAN NEDE KUŞTINÊ’    Ji Dayikên Aştiyê Fadîle Malgaz jî anî ziman ku Barzanî bi şerê navxweyî hewl dide ku xwe bi vî rêbazê rizgar bike û nêrîna xwe wiha anî ziman: "Em Barzanî şermezar dikin. Li Amerîkayê, Rusyayê û her dewleteke Ewropayê xwe bi cih kiriye. Armanca wan ew e ku wisa xwe rizgar bikin. Bi van polîtîkayên xwe yê xwekujiyê wî gelek kezeba xelkê şewitand. Çi heqê wî tune ye ku kurdan bi destê kurdan bide kuştinê."