Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da 2022-04-12 09:47:53   STENBOL - Li Girtîgeha Silîvriyê ya Jimara 5’an 2 girtiyên ku ji aliyê gardiyanan ve hatine îşkencekirin, jiyana xwe ji dest dan.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê bi sernavê “Em Gazî Wezareta Dadê Dikin! Li Girtîgeha Silîvriyê Çi Qewimiye Eşkere Bikin!” agahiyek wek têbinî ku bi lezgînî ye belav kir. Di vê daxuyaniya ÎHD’ê de hat diyarkirin girtî Ferhan Yilmaz û girtiyek navê wî nehat hînbûn li Girtîgeha Silîvriyê di encama îşkenceya ji aliyê gardiyanan ve pêk hatiye, jiyana xwe ji dest dane. ÎHD’ê di vê têbiniya xwe de diyar kir ku malbata Serhat Yilmaz cenazeyê xwe wergirtiye.    ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku ew ê îro saet di 11.00’an de derbarê mijarê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe.