Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî 2022-04-12 09:54:30   BEDLÎS - Li Geliyê Şêx Cûma ya bi ser Bedlîsê ve operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û hat ragihandin ku li herêmê dengê teqîn û çekan tê.    Li Geliyê Şêx Cûma ya bi ser navenda Bedlîsê ve pêr operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Bi sedan leşker sewqî qada operasyonê hatine kirin. Hat ragihandin duh bi şev ji herêmê dengê teqîn û çekan hatiye. Hat zanîn ku helîkopter Geliyê Şêx Cûma bombebaran dikin.    Hat diyarkirin ku operasyona leşkerî ya li herêmê berdewam dike.