Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye 2022-04-12 10:12:37   STENBOL - Polîsê bi navê Hamdî K. ê li Stenbolê Erhan Eser qetil kir, di heman rojê de bi hinceta “peywîrdarê cemaweriyê ye” û “di bûyerê de birîndar bûye” hat berdan. Parêzer Sercan Afacan diyar kir ku li ser birîndarbûnê rapor an jî belgeyeke bijîşkan nîne.    Di 28’ê Adarê de li xaçerêya nêzî rawestgeha metrobusê ya Beylîkduzu ya Stenbolê, polîsan ciwanê kurd Erhan Eser ê 23 salî bi hêceta hişyariya “bisekine” guhdar nekiriye bi guleyê qetilkiribûn. Polîs Hamdî K. yê Eser qetil kir, di heman rojê de hatibû binçavkirin û piştî îfadeya wî li Miduriyeta Polîsan a Buyukçekmece hatibû girtin, sewqî Edliyeya Buyukçekmeceyê hatibû kirin. Hamdî K. yê îfadeya wî li vir hate girtin bi daxwaza berdana bi “şertê kontrola edlî” sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hate kirin.    Dadgehê, polîs Hamdî K. yê Eser qetil kir bi hêcetên “Bi gumana reva wî tune ye” , “Peywîrdarê cemaweriyê ye” û “Di bûyerê de birîndar bûye” bi şertê kontrola edlî berda. Parêzerê Eser, Sercan Afan jî diyar kir ku li ser birîndarbûnê di dosyaya lêpirsînê de rapor an jî belgeyeke bijîşkan nîne.    ŞAHID QEBÛL NAKIN   Afacan, bi lêv kir ku 4 kesên ku bûne şahidên qetilkirina Eser di îfadeyên xwe de gotibûn polîs birîndar nebûye. Afacan, da zanîn ku lêpirsîn hêj berdewam dike û wiha got: “Di dosyaya lêpirsînê ya dozger de hêj raporeke ku polîsê gumanbar weke birîndar bûye nîşan bide nîne. Şahid îdiayên ku tekerê wesayîtê bi ser lingê polîs re derbas bûye qebûl nakin. Heta ku şahid dibêjin wesayît ji bo ku bisekine hêdî diçû û da bisekine. Di bûyerên bi vî şiklî de peywîrdarên cemaweriyê dikarin bi hestên parastina hempîşeyên xwe tevbigerin, kamerayên cihê bûyerê tên lêkolînkirin. Hem hêvî dikin ku wê qeydên kamerayan qetilkirina Erhan Eser derxînin holê. Li metropoleke weke Stenbolê bi awayê hiqûqî nayê qebûlkirin ku bêyî hêcetên şênber hebin gule werin berdan.”    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Di 28'ê adarê de li xaçerêya nêzî rawestgeha metrobusê ya Beylîkduzu ya Stenbolê, polîsan ciwanê kurd Erhan Eser ê 23 salî kuştibû. Eser, bi îdiaya ku guh nedaye hişyariyê û wesayîta xwe nesekinandiye, polîsan ji paş de gule berdabûyê. Cîhan Karakaş, Selahattîn Bal, Yûsûf Ors û Ahmet Erdem ên di heman wesayîtê de bûn Eser ji wesayîtê derxistibûn. Wê kêliyê polîsekî li cihê bûyerê jî bi wesayîta xwe Eser biribû Nexweşxaneya Dewletê ya Beylukduzuyê. Eser, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.    MA / Mehmet Aslan