Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin 2022-04-12 10:36:15   ŞIRNEX - Welatiyên ku piştî serdegirtinê li pêşiya HDP’a Cizîrê dest bi nobetê kirin diyar kirin ku desthilatdarî hewl dide temenê xwe dirêj bike û wiha gotin: “Em ê li ber xwe bidin. Çi dikin bila bikin dê nekarin bi vî gelî paş de gav bidin avêtin.”   Polîsên tîmên taybet duh di saetên serê sibehê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtin. Di nava 4 mehan de ev bû cara duyemîn ku polîsên tîmên taybet bi ser avahiya HDP’a Cizîrê de digirin. Di dema serdegirtinê de hemû deriyên avahiya partiyê û pace hatin şikandin, alavên di hundir jî hatin belavekirin. Li gel avahiya partiyê, her wiha li taxên Cûdî, Nûr, Dagkapi û li gundê Dîrsekliyê jî bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart jî di nav de bi giştî 9 kes hatin binçavkirin.    HDP’iyan bertek nîşanî serdegirtinê dan û li pêşiya avahiya partiyê ji bo sê rojan dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakî, duh piştî fitareyê hate destpêkirin û bi sedan welatî jî beşdar bûn. Welatiyan destnîşan kir ku dê xwedî li partiya xwe derkevin û li hemberî zext, binçavkirin û girtinan serî netewînin.      ‘LI ŞÛNA HER KESÊ TÊ GIRTIN DÊ SED KES ZÊDE BIBIN’    Yek ji welatiyên beşdarî nobetê bûyî jî Naîf Çapan (55) bû. Çapan, diyar kir ku bi beşdariya nobetê re xwestiye nîşan bide ku partiya wan bêxwedî nîne û wiha got: “Li vî welatê edalet tenê wek nav ma ye. Tenê ji ber ku hevalên me kurd in lewma her roj bi ser avahiya partiyê de digirin û wan binçav dikin. Dixwazin kurdan tune bikin û berxwedana wan têk bibin. Lê çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Ji me yek kes tenê jî bimîne em ê li ber xwe bidin. Heke kesekî bigirin dê li şûna wan sed kes zêde bibin.”    ‘HER CARA KU EW XERA DIKIN EM Ê DÎSA AVA BIKIN’   Ji welatiyan Hamdiye Înedî jî di serî de serdegirtina avahiya HDP’ê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Dixwazin kurdan bitirsînin û ji têkoşînê dûr bixin. Lê em ne dê bitirsin û ne jî dev ji têkoşîna xwe berdin. Em ê her tim li ser pêya min. Her cara ku ew xera dikin em ê dîsa ava bikin. Divê hemû kurd bibin yek û baş bi ser her tiştî re bigehin. Divê xelk piştgiriyê bide çalakiyê û piştevaniya hev bikin.”    ‘ÇALAKIYA ME DÊ BIDOME’    Têkildarî mijarê Husnu Deger (38) got ku dewlet dixwaze wan bitirsîne lê ew natirsin. Deger, bi lêv kir ku mebesta ji êrişan ew e ku destkeftiyên kurdan tune bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Coşa gel a di Newrozê de dîtin. Em ê paş de gav neavêjin. Divê bala hemû kesî li ser vê zilm û zordariyê be. Heta hevalên me tên berdan jî dê çalakiya me bidome. Çend roj dibin bila bibin, mirin jî be girtin jî be lê em ê li vir bin. Em teqez natirsîn. Êdî bes e ji ewqas zilm û zordariyê re.”    ‘EM DUH JÎ HEBÛN Û ÎRO JÎ HENE’   Welatiya bi navê Bedriye Înedî (55) jî serdegirtina polîsan û binçavkirina rêveberên partiyê weke heqaret nirxand û wiha bertek nîşan da: “Em, vê zilm û heqaretê qebûl nakin. Dixwazin partî û gel ji hev veqetînin. Lê em ê dev jê bernedin. Em ê bi destên zarokên xwe jî bigirin û bînin çalakiyê. Divê hemû kes li dora vê çalakiyê kom bibe û li dijî zilm û zordariyê pişta hev bigire.”    Dayika bi navê Hatîce Dalmiş (60) jî anî ziman ku mebesta ji zext, binçavkirin û girtinan ew e ku çavê gel bitirsînin û wiha pê de çû: “Kesek nikare gelê kurd bi van rêbazan bitirsîne. Îro jî sibe jî em ê her li ber xwe bidin. Em kurd duh jî hebûn, îro jî hene û di pêşerojê de jî dê her hebin. Heta ku yek dilopa xwînê di laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin.”    ‘HEWLDANÊN DAWÎ YÊN DESTHILATDARIYÊ’   Ji welatiyan Ahmet Bucak (56) daxuyand ku ji bo kes nebêje HDP bi tenê ye ew beşdarî çalakiyê bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Desthilatdarî di nava qeyraneke aborî û siyasî de ye. Lewma êrişî her deverê dike. Ev, hewldanên wê yên dawî ne. Bi Newrozê re peyama têkçûna wan hate dayîn. Lewma ewqas êriş dikin. Digotin; ‘me ew tune kirin û êdî taqet tê de nema ye ku bikarin kongreyekê jî bikin.’ Lê di Newrozê de dîtin ku tiştekî wisa nîne. Dixwazin bi êrişên xwe destkeftiyên kurdan tune bikin û temenê xwe dirêj bikin. Lê dê bi ser nekevin. Çiqas dikarin bila ewqas êriş bikin lê dê ev gel bi tu awayî paş de gav neavêje. Berevajî vê gelê me her ku diçe xurtir dibe.”    MA / Omer Akin-Zeynep Dûrgût