Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin 2022-04-12 11:08:38   STENBOL - Îşkence û nêzikatiya xerab ku ev demeke li Girtîgeha Tîp L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê zêde tê kirin, berdewam e. Hat zanîn ku 6 girtiyên edlî ji ber van binpêkirina hewl dan xwe bikujin. Şaxa OHD’a Stenbolê da zanîn ku 60 gardiyanan îşkence li girtiyan kiriye.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî îşkence, nêzikatiya xerab û binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê daxuyaniyeke nivîskî da. OHD’ê da zanîn ku ji ber îşkenceyê, 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin û ev agahî dan: “Di 6’ê nîsanê de 60 gardiyanan bi ser qawîşa girtiyên edlî de girtin. Di serdegirtinê de gardiyanan şimaqek li girtiyekî da û ev gef li girtî xwar; ‘ka tu derbikeve em ê te li derve nîşanî te bidin.’ Li ser vê yekê di navbera girtiyan û gardiyanan de rageşî derket. Bi rageşiyê re girtiyekî krîz derbas kir.”    BI 60 GARDIYANAN SER QAWÎŞÊ DE GIRTIN   Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rojek piştre di danê nîvro de bi 60 gardiyanan dîsa bi ser qawîşan de hatiye girtin û ev agahî hate dayîn: “Midûrê saziyê jî bi gardiyanan re bû. Midûrê saziyê li cem gardiyanan ji girtiyan re ev gef xwar; ‘Em ê hêjta fîlmê we bikişînin. Li bendê bin.’ Piştre jî gardiyanan li 6 girtiyan xistin, îşkence kirin. Li ser vê yekê 6 girtiyan hewl dan bi benikên solan xwe bixeniqînin. Tevî ku hewldana xwekuştinê hate dîtin jî ne gardiyanan û ne jî xebatkarên tenduristiyê destwerdanek nekirin. Li şûna wan, hevalên wan ên qawîşê hewl dan pêşî lê bigirin.”    ÎŞKENCEYÊ BER BI MIRINÊ VE BIRIN    Daxuyanî bi van agahiyan bi dawî bû: “Di 8’ê nîsanê de 6 girtiyan bi nêzî 40 heban hewl dan xwe bikujin. Ji wan girtiyan yek jê niha di beşa venihêrîna awarte de ye. Ji bo ku girtiyên din van agahiyan nedin malbatên xwe, axaftina bi telefonê li wan hate qedexekirin. Li gorî agahiyên ser çapemeniyê hatine belavkirin, tê îdiakirin ku cenazeyê girtiyekî ji Êlihê re hatiye şandin. Me ev îdia lêkolîn kir lê peywirdarên girtîgehê agahiyek bi me re parve nekirin. Li ser Girtîgehan Sîlîvriyê ya bi Hejmar 5’ê îdiayên giran ên îşkenceyê û binpêkirina mafê jiyanê hene. Em ê vê mijarê ji nêz ve bişopînin. Berpirsyartiya Wezareta Edaletê ye ku derheqê mijarê de agahiyên zelal parve bike. Banga me li Wezareta Edaletê ew e ku têkilidarî gefa li ser jiyana girtiyan û binpêkirinên mafan di zûtirin dem de daxuyaniyekî bide.”