Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin 2022-04-12 13:27:17   ÎDIR - Li bajaroka Xelfeliya Îdirê li eraziyek beyar cenazeyê cenazeyê aydê du kesan hat dîtin.    Li bajaroka Xelfeliyê ya bi ser navenda bajarê Îdirê ve li eraziyek beyar cenazeyê kesên bi navê Yaşar Karadag (33) û Kemal Kara (34) hatin dîtin. Ev cihê cenaze hatine dîtin 4 kîlometre dûrî bajarok in û ji aliyê welatiyek ve hatine dîtin. Welatî agahî da leşkeran û tîmên tenduristiyê û sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê û leşkeran diyar kirin ku cenaze aydê Kara û Karadag e. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.