Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin 2022-04-12 15:45:23   ÊLIH - Cenazeyê Ferhan Yilmaz ku li Girtîgeha Sîlîvreyê ji ber zext û îşkenceya gardiyanan jiyana xwe ji dest dabû li Êlihê hate definkirin.    Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê ji ber îşkence û zexta 60 gardiyanan, 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin. Di encamê de Ferhan Yilmaz û girtiyeke din ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. Malbata Yilmaz cenazeyê kurê xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê wergirtin. Malbatê ji nexweşxaneyê pêşotopsî xwest lê bi hinceta “6 meh piştre dê bê dayîn” nehat dayîn û destûr nehat dayîn ku malbat li cenazeyê Yilmaz binihêre. Piştre jî malbatê cenaze wergirt û ber bi Êlihê ve kete rê. Cenazeyê Yilmaz li Êlihê ji hêla gelek kesan ve hate pêşwazîkirin û piştre wecîbeyên olî bi cih anîn.    Cenazeyê Yilmaz li goristana gundê Kanîravayê di nava zêmarên dayikan de hate definkirin.     Malbata Yilmaz şîna xwe li Taxa Kulturê danî.