Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn 2022-04-12 16:04:22   ŞIRNEX - Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê bi daxwaza ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne, derheqê êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê de pêşnûmersek da Meclisê.    Polîsan duh di saetên serê sibehê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtibûn. Di serdegirtinê de derî û paceyên avahî hatin şikandin û tiştên li hundir jî serûbin kiribûn. Bi mebesta protestokirina êrişê, HDP’ê li pêşiya avahiya partiyê ya navçeyê dest bi nobetê kir. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, bi daxwaza ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne, pêşnûmepirsek pêşkeşî Meclisê kir.    Di pêşnûmepirsê de hat bibîrxistin ku êdî êrişên li dijî avahiya HDP’a Cizîrê û endamên partiyê bi awayekî sîstematîk tên kirin û ev tişt hatin gotin: “Di nava 4 mehên dawî de ev bû cara duyemîn ku hêzên ewlekariyê bêyî ku agahiyekî bidin bi ser avahiya partiyê de digirin, derî û paceyan dişikînin û bi awayekî derhiqûqî dikevin hundir.”    Parlamenteran di pêşnûmepirsê de ev pirs ji Oktay kirin:    “*Haya we ji van hêzên ewlekariyê ku tu hiqûqan nas nakin û li gorî serê xwe tevdigerin heye yan na? Van bêhiqûqiyan bi fermana wezareta karên hundir dikin an na? Gelo hûn ê derheqê mijarê de daxuyaniyekê bidin?    *Li gel ku di hundirê avahî de kesek nebû jî derî û pace hatine şikandin. Gelo ev talana hovane bi kîjan sedema hiqûqî tê kirin? Mebesta ji vê sepanê çi ye?    * Gelo haya we ji sepanên ewlekariyê yên ku dibin sedema mirinan ên li ser navê desthilatdariya we tên kirin heye?    *Bêyî ku sedemek hebe, bi meha ye mirov tên binçavkirin. Tevî ku tu hincetek li holê nîne jî sedema berdewamkirina van binçavkirinan çi ye?    *Gelo mebesta we ya ji van sepanan ew e ku rê li ber xebatên siyasî yên HDP’ê bigirin?    *Di dema serdegirtina avahiya HDP’a Cizîrê de hemû tiştên di avahiya partiyê de hatine texrîbkirin ku êdî bi kêrî bikaranînê nayên. Gelo derheqê van kesan û berpirsyarên wan de we lêpirsînek daye destpêkirin an na? Heke nehatibe destpêkirin, gelo hûn dê derheqê van hêzên ewlekariyê û berpirsyarên wan de lêpirsînekî bidin destpêkirin an na?    *Heta niha derheqê êrişên li dijî avahiya rêxistina HDP’ê ya Cizîrê de we ti lêpirsîn dabûn destpêkirin an na? Heke hatibin destpêkirin, ev lêpirsîn di çi astê de ne?    *Ji bo pêşîlêgirtina van êrişên ser partiya me û sepanên ku bi destê hêzên ewlekariyê tên kirin, gelo xebateke desthilatdariya we heye yan na? Heke hebin, gelo ev çi xebatin?”