Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin 2022-04-12 16:29:11   STENBOL - Di doza parêzerên ku ji ber daxuyaniyên ji bo jêrzemînên Cizîrê û Qetlîama Enqereyê tên darizandin, dê li benda amadekirina mutalayê bê sekinandin.    Gelek parêzeran ji bo qurbaniyên jêrzemînên Cizîrê û qurbaniyên Qetlîama Garê ya Enqereyê li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî dabûn. Ji parêzeran derbarê 19 parêzeran de bi îdiaya “li dijî qanûna civîn û xwepêşandanê muxalefet kirine” û “propaganda rêxistinê kirine” doz hatibû vekirin. Danişîna 26’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîn a Stenbolê hat lidarxistin. Ji parêzerên tên darizandin Mehmet Emîn Erdem û parêzerên mudafî tevli danişînê bûn. Parêzer Erdem û mudafî di danişînê de axivîn.    Dozger axivî û xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin. Dadgehê jî ji dozger xwest ku mutalaya xwe ya derbarê dosyeyê de amade bike û danişînek din taloqî 30’ê hezîranê kir.