Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin! 2022-04-12 20:17:37   STENBOL - Ji girtiyên ku li Sîlîvriyeyê xwekuştin li wan hatiye ferzkirin 2 jê bi ambulansê sewqî Îzmîrê hatin kirin. Girtî Ercan Morkoç ku telefonî malbata xwe kir, ragihand ku îdareya girtîgehê girtiyên din xistine hucreyê û gardiyanan benik û cilêt danîne cem wan.    Li Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 5'an a Tîpa L'yê piştî tahde û îşkenceya 60 gardiyanan 6 girtiyan hewl dabû xwe bikuje. Ji van girtiyan Ferhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî îşkenceyê girtî Çoşkûn Agca, Tolga Okçû, Abdûlmenav Çetîn, H. Masal û girtiyê bi navê Alî hewl dabûn xwe bikujin. Derbarê rewşa van girtiyan de agahî bi dest neketin, lê hat ragihandin ku girtî Halîl Kasal di beşa awarte de ye.    Malbata Agca gava pê dihese ku xwekuştin li zarokê wan hatiye ferzkirin parêzer şandine Girtîgeha Sîlîvriyê. Parêzer, piştî hevdîtin bi îdareya girtîgehê re kiriye, ragihandiye ku Agca bi darê zorê bi ambulansê sewqî Girtîgeha Îzmîrê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê hatiye kirin.    Dayik Fatma Agca, diyar kir ku ji Girtîgeha Îzmîrê gardiyanekî telefonî keça wê kiriye û heman tişt gotiye. Beyaz Kasal, dayika Halîl Kasal jî ragihand ku kurê wê sewqî Îzmîrê hatiye kirin û niha li nexweşxaneyê ye. Dayik Kasal, destnîşan kir ku nizanin bê ka kurê wê li kîjan nexweşxaneyê ye. Kasal, bilêv kir ku ji ber ku heqê rêya wê tune ye, nikare biçe kurê xwe bibîne.    BENIK Û CILÊT DANÎNE CEM WAN   Hat hînbûn ku li heman girtîgehê xwekuştin li girtî Ercan Morkoç jî hatiye ferzkirin. Ercan Morkoç îro telefonî malbata xwe kiriye û ragihandiye ku girtî Orhan Hacioglû, Abdulmenav Çetîn, H. Masal, Tolga Okçû rakirine nexweşxaneyê û paşê ew xistine qawîşa karantînayê. Morkoç, destnîşan kir ku gardiyanan benik û cilêt danîne cem girtî Hacioglû, Çetîn, Masal, Okçû û girtiyê bi navê Alî û ji wan re gotine: "Hûn nemirin, niha hûn dikarin cardin xwe jê bikin."    Morkoç, ragihandiye ku girtiyan dest bi rojiya mirinê kiriye.