Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe 2022-04-13 09:13:19 AMED - Hevserokê MEBYA-DER’ê  Şeyhmûs Karadag, derbarê “Gorisatanên Bêkes” de axivî û ev tişt got: "Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe. Bêyî malbatên wan cenaze li goristanên bêkesan hatine veşartin. Lê di rastiyê de tu cenaze ne bêkes e." Di navbera salên 2015 û 2022'yan de piştî ku pêvajoya "çareseriyê" bi dawî bû şerên dijwar li bakurê Kurdistanê qewimîn. Ji ber şerên ku qewimîn gelek kesên sivîl, gerîllayên HPG'ê û endamên YPS û YPS-JIN'ê jiyana xwe ji dest dan. Kesên sivîl jî di nav de cenazeyên bi sedan kesan radestî malbatên wan nehatin kirin û li "goristanên bêkesan" hatin veşartin. Hê jî cenazeyên ku radestî malbatên xwe nehatin kirin û li van goristanan veşartî hene. Ji bilî van "goristanên bêkesan" ên li bakurê Kurdistanê, piraniya 282 cenazeyên ku di sala 2017'an de li Şehîdgeha Xerzanê hatin derxistin jî li peyarêya goristana Bêkesan a Kîlyosê hatin veşartin.    Ev weke polîtîtakayek ji aliyê desthilata AKP-MHP'ê vê tê meşandin û rexmî serlêdanên ku ji aliyê malbatên wan ve ji bo dawîkirina vê rewşê tên kirin jî nayên qebûlkirin û cenaze radestî malbatên nayên kirin.    Hevserokê Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag, derbarê mijarê de axivî û bîr xist ku li Meletiyê 270, li Wanê 75, li Sêrtê 200, li Xarpêtê 30, li Semsûrê 9, li Çewlîkê 40, li Mêrdînê 50, li Riha 71, li Edenê 25-30, li Şirnexê 82, li Amedê 29, li Êlihê 75, li Erziromê 45 cenaze li "goristanên bêkesan" hene.    'NAXWAZÎN ŞÎN BI DAWÎ BIBE'   Şeymûs Karadag, diyar kir ku bi vê polîtîkayê desthilata AKP-MHP'ê dixwazin ku şîna malbatan bi dawî nebe û wiha got: "Di çanda me kurdan de gava cenaze hebe û heta neyê definkirin di wê malê de şîn berdawam dike. Em dibînin ku AKP-MHP bi nedayîna cenazeyan dixwazin şîn ji bo malbatan ranebe. Malbat li dû zarokên xwe ne û dibêjin, ‘neynika wî jî hestiyê wî jî be em ê bibînin û bigirin'. Ji bo girtina cenazeyên xwe malbatan gelek caran serlêdana kiriye lê her carê bersivan neyînî ji wan re hatiye dayîn. Bêyî malbatên wan cenaze li goristanên bêkesan hatine veşartin. Lê di rastiyê de tu cenaze ne bêkes e. Malbat her cenazeyî heye."   ŞOPA ÇEKÊN KÎMYEVÎ   Karadag, ji bo nedayîna cenazeyan a malbatan nedayîna cenazeyê Zîndan Yenî yê HPG'î ku li navçeya Pîranê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû û 5 meh in cenazeyê wê radestî malbata wê nayê kirin mînak nîşan da û derbarê mijarê de ev agahî da: "Zîndan Yenî di meha îlona sala 2021'an jîyana xwe ji dest dabû û di meha mijdarê de agahî dabûn malbata wê. Malbatê ji bo girtina cenazeyê kurê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Pîranê da lê cenaze hê jî nedane malbatê û ji bo testa DNA'yê şandina Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Şika şopên çekên kîmyewî li ser laşê Zindan hene. Dixwazin cenaze birize hestîyê wî tenê bimîne û da ku şopa çekên kîmyevî winda bibe."   ‘MAFÊN KU JI ME RE DANE NIHA JÎ BIN PÊ DIKIN’   Di berdewama axaftina xwe de Karadag, li ser êrişên li dijî saziya wan jî rawestiya û destnîşan kir ku desthilatdar dixwaze tekiliya malbat û saziyan qut bibe û ev tişt got: "Dema dayîna cenazeyan weke şert ji malbatan re dibejin ‘Gere tu sazî tevlî cenazeyê we nebe’. MEBYA-DER sazîyeke fermî ye û di warê hiqûqî de ji malbatan re dibe alîkar.  Wan ev maf daye me, lê mafên ku dane me jî bin pê dikin. Dibejin, "Em malbatan qebûl nakin, em li kuderê zarokên wan bikujin bila li wê derê cenazeyê wan bimîne û malbat jî xwe negîhînên wan’. Ev çawa mirovahiyê ye? Divê ji miriyan re rêz bê girtin."   MALBAT TÊDIKOŞIN   Karadag, bal kişand ser tekoşîna malbatan jî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ji her alî ve gef li malbatan dixwin lê tu encam negirtine. Malbat li dû zarokê xwe ne û ji bo zarokên xwe bibînin û defin bikin têdikoşin. Malbatên ku zarokê wan jiyana xwe ji dest dane û cenaze negirtine bila werin serî li saziyan bidin. Ji deste me çi bê em ê bikin û ji wan re bibine alîkar."    MA / Mehmet Guleş