Îmîr: Wê gelê Botanê serê xwe netewîne 2022-04-13 11:21:13   ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, derbarê serdegirtina avahiya HDP'êr ya Cizîrê de axivî û diyar kir ku armanca êrîşan têkbirina têkoşîna gelê Botanê ye û ev tişt got: "Gel li partiya xwe xwedîderdikeve û wê li dijî van êrişan serê xwe netewîne."    Li Şirnex û navçeyên wê zext û operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam dikin. Di nav salekê de di encama van êrişan de bi sedan endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin û gelek ji wan jî hatin girtin. Bi taybetî jî li Cizîrê roj tuneye ku kesek neyê binçavkirin. Herî dawî jî di 11'ê nîsanê de polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê û malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart û rêvebir jî di nav de bi giştî 9 kes hatin binçavkirin. Li dijî operasyonê bi pêşengiya HDP'iyan cizîriyan li ber avahiya HDP'ê dest bi nobetê kir. Wê îro di saetên êvarê de nobet di roha sêsêyan de berdewam bike.      ÊRIŞ BERDEWAMA PLANA 'TÊKBIRINÊ' YE   Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, derbarê êrişên li dijî partiya xwe de axivî û diyar kir ku zêdebûna êrişan berdewama plana "têkbirinê" ye û wiha got: "Bi van êrîşan armanc dikin ku HDP'ê îlegalîze bikin. Em ê li dijî van êrîşan bêbertek û bêdeng nemînin. Dixwazin bi vê êrişên têkoşîna gelê kurd têk bibin. Li dijî partiya me darbeyên siyasî bênavber berdewam dikin. Dixwazin wisa bikin ku partiya me nikaribe bikeve nava civakê. Ji ber vê jî hemû derfetên xwe li ser têkbirina partiya me bi kar tîne. Têkoşîna gelê me yê herêmê polîtîkayên tunekirinê têk dibe. Di têkoşîna gelê kurd de berxwedana gelê Botanê xwedî rol û mîsyoneke dîrokî ye. Bi xwedîderketina partiya xwe gelê Botanê li dijî êrişan derdikeve û daxwaza xwe ya ji bo pêşerojeke azad aşkere dike."   'DIXWAZIN GELÊN TIRKIYEYÊ TESLÎM BIGIRIN'   Parlamenter Nûran Îmîr, destnîşan kir ku gelê Cizîrê li HDP'ê xwedî derdikeve û ev tişt got: "Di van salên dawî de ji ber ku êrîşên wan encam negirtin hesabên wan ê qirêj ketin dewreyê. Xwestin bi jinan, ciwanan û karkeran parçebûyinekî ava bikin. AKP û hişmendiya ku bi salane ava kiriye hebûna gelê kurd înkar dike. Lê li Botanê ev înkarkirin vala derketiye. Gelê Botanê li dijî vê bi hêrs e. Tevî hemû pêkanînên bêhiqûqî jî gelê Botanê di paş de gav naveje. Lê faşîzma ku bûye belaya serê hemû gelên Tirkiyeyê dixwaze gelan teslîm bigire. Di Newrozê de bersiva vê polîtîkayê hat dayîn. Ji sala 2020'an ve kopsepteke ewlehiyê li dijî Cizîrê di dewrê de ye. Li herêmê çiqas hêzên ewlehiyê hebin li Cizîrê peywirdar kirine. Bi vê rêbazê jî ji her aliyî v êrîşî partiya me û nirxên me dikin.    'BOTAN HDP YE HDP BOTAN E'    Di berdewamê de Îmîr, bal kişand ser êrîşên li dijî avahiya HDP'ê ya Cizîrê wiha pêde çû: "Hewl dan ku provakasyonan bikin. Ji sala borî ve bû 4 caran bi ser avahiyê de digirin û dikevin nav hewledanên provakasyonê. Lê belê em nehatin lîstika van provakasyonan. Her çar aliyên partiya me bi mobeseyan dişopînin û bi polisan dorbêç dikin. Agir berî avahiya me dan û arşîva wê şewitandin. Ala tirk bi deriyê partiya me ve kirin. Provakasyonên bi vî rengî gelek çêbûn. Lê belê ev hemû vala hatin derxistin. Botan HDP'ê ye HDP jî Botan e."   MA / Zeynep Dûrgût