Malbata girtiyê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da: Bi îşkenceyê hate qetilkirin 2022-04-13 11:51:41 ÊLIH - Kekê Ferhan Yilmaz ê di Girtîgeha Sîlîvriyê de jiyana xwe ji dest da, Hîkmet Yilmaz, diyar kir ku birayê wî di girtîgehê de hate qetilkirin û wiha got: “Di bin çavên wî de xwîn jê dihat, ji bo xwîn neyê kunên difina wî bi pembo hatibûn girtin. Di stuyê wî de jî şop hebûn. Birayê min du roj beriya berdanê bi îşkenceyê hate qetilkirin.”   Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvrîyê piştî îşkence û zexta 60 gardiyanan 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Malbata ku duh cenazeyê lawê xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê girt, duh bi şev li gundê Kanîrewa yê Êlihê veşart. Rayedaran ji malbata ku xwest rapora pêş otopsiyê bigire re, bersiva “piştî 6 mehan encax were dayîn” dan. Malbata ku têkildarî tiştên li Girtîgeha Sîlîvriyê agahî û rapora otopsiyê negirtin, diyar dike ku ji ber şopên îşkenceyê yên li ser cenaze, zarokê wan hatiye qetilkirin. Kekê Ferhan Yilmaz, Hikmet Yilmaz, têkildarî tiştên berî û piştî mirina birayê wî ji ajansa me re axivî.  Yilmaz, bertek nîşanî nedayîna rapora pêş otopsiyê da û bi lêv kir ku hewl didin cînayetê veşêrin. Yilmaz, destnîşan kir ku birayê wî du roj beriya berdanê bi îşkenceyê hate qetilkirin û wiha got: “Roja ku em li pêş girtîgehê wî pêşwazî bikin me cenazeyê wî girt.”   JI ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ AGAHIYÊN BINAKOK   Yilmaz, bi lêv kir ku îdareya girtîgehê agahiya ku birayê wî qeyrana dil derbas kiriye dane û wiha berdewam kir: “Kesên ji rêveberiya girtîgehê li me geriyan ewilî gotin ‘ji ser hişê xwe çû û qeyrana dil derbas kir’. Çawa me agahî girt çend ferdên malbatê bi balafirê çûn Stenbolê. Dema em çûn birayê min biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê. Em dîsa li girtîgehê geriyan. Me got em bawer nakin ku qeyrana dil derbas kiriye. Du kesan jiyana xwe ji dest da. Ma her du kesan jî bi hev re qeyrana dil derbas kir. Vê carê jî ji me re gotin ‘heb xwarin û serî rakirin’. Agahiyên binakok dan. Li girtîgehê ji bo dermanên janê birînê jî bi gardiyanan re diçin revîrê, îmze tên avêtin û pişt re hebên janê birînê tên dayîn. Tevî ev qas kontrolkirinan çawa dibe ku heban digirin û serî hil didin? Girtiyekî du roj mane ji bo berdana wî çima serî radike? Ev agahiyên binakok ên didin delîla ku ev bûyer cînayet e.”   HINAVÊN WÎ TEQIYAN E   Yilmaz, agahiyên bal kêş ên bijîşkê nexweşxaneyê ji wî re parve kirin wiha vegot: “Bijîşk ji min re got ‘Çi li birayê te hatibe li hundir lê hatiye. Dema anîn nexweşxaneyê hatibû kuştin. Hinavên wî teqiya bûn, qeyrana dil derbas nekiribû.’”   PERE NERAZANDIN  HESABA WΠ   Yilmaz, diyar kir ku berî ku birayê wî bê berdan 3 rojan bi dayika xwe re axiviye, dayika wî jê re 400 lîre pere şandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika min pere bi EFT’ê şandin. Pere gihiştibû girtîghê lê ne razandibûn hesaba birayê min. Rojekê pişt re dîsa li dayika min geriya û got hêj pere nehatiye. Ew pe re bi zanebûn nerazandin hesaba birayê min. Duh jî ji dayika min re cenazeyê birayê min hat. Qêrîna dayika min hêj jî di guhê min de deng vedidin. Wê ev qêrîn pey kesên ev tişt da qewimîn bernede.”   ‘BI ÎŞKENCEYÊ HATE KUŞTIN’   Yilmaz, bi lêv kir ku wî cenazeyê birayê xwe şûştiye, li dijî tiştên dîtine heyîrî maye û got: “Di bin çavên wî de xwîn jê dihat, ji bo xwîn neyê kunên difina wî bi pembo hatibûn girtin. Di stuyê wî de jî şop hebûn. Tiştên di salên 1980’yan de li Girtîgeha Amedê hatin qewimîn, li Girtîgeha Sîlîvriyê jî qewimîne. Zext, zilm, îşkence û herî dawî jî komkujî pêk hatiye. Birayê min bi îşkenceyê hatiye kuştin. Li vê derê kî berpîrsyar be dîvê lî pêş hiqûqê hesabê bide. Em ê giliyê îdareya girtîgehê bikin. Tevî 3 roj bi ser bûyerê re derbas bûn jî hêj Wezareta Dadê tu daxuyanî nedane.”   ‘HEWL DIDIN RASTIYAN VEŞÊRIN’   Yilmaz, da zanîn ku têkildarî tiştên li girtîgehê qewimîne parlamenterên HDP’ê û CHP’ê xwe gihandine wan, têkildarî bûyerê agahî xwestine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Parlamenterên geriyan gotin ku ‘me jî nagirin girtîgehê’. Li girtîgeheke ku parlamenter jî neyên wergirtin, hewl didin li ser rastiyan veşêrin.”   MA / Fethî Balaman