Malbata Şenyaşar: Kesên ku bi dayikê rondik dibarînin gelo misilman in? 2022-04-13 11:55:30   RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 401'emîn de têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, ev pirs kirin: "Kesên ku 400 roj in bi dayika temenê wê di seriya 65'an de rondik dibarînin gelo misilman in? Rojî digirin? Wijdanê wan heye? Zilma ku bûne sedem ji zarokên xwe re vedibêjin?"   Emîne Şenyaşar ku di 14'ê hezîrana 2018'an de hevjîn û du zarokên wê ji aliyê xizm û parastvanê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, li dijî zilma ku li wan hat kirin di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta malbatê di roja 401'emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û pankarta "Du kur û hevjinê min li nexweşxaneyê kuştin! Kesek girtî tuneye! Bi fermana serweran kurekî min 4 sal in di hecreya yekkesî de girtî ye. Ji bo kurê xwe berdana lezgîn dixwazim. Ji bo malbata Şenyaşar edalet  ji bo herkesî edalet" bi bariyerê ve kir û dest bi nobetê kir.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî hesabê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan û Waliyê Rihayê Abdullah Erîn etîket kir û ev peyam parve kir: "Kesên ku 400 roj in bi dayika temenê wê di seriya 65'an de rondik dibarînin gelo misilman in? Rojî digirin? Wijdanê wan heye? Zilma ku bûne sedem ji zarokên xwe re vedibêjin?"