Şaredariya AKP’ê serokên komîsyonê ku digotin ‘Diz heye’ ji peywirê girt 2022-04-13 12:19:41   RIHA - Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê  Serokê Komîsyona Plan û Budçeyê Tayyar Yetîm û Serokê Komîsyona Avadaniyê Cîhan Canbeylî ji peywirê girt. Her du serokan jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyamên “Diz heye” û “Îhaleyan didin xizm û hevalên xwe” parve kiribûn û şaredarî rexne kiribûn.    Rûniştina meha nîsanê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê dest pê kir. Serokê Komîsyona Plan û Budçeyê Tayyar Yetîm û Serokê Komîsyona Avadaniyê Cîhan Canbeylî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul rexne kiribûn ji peywirê hatin girtin. Di hilbijartinan de her du kesan jî nekarîn di komîsyonan de cih bigirin.    ‘QENCIYA’ ÎHALEYÊ AŞKERE KIRIBÛ   Tayyar Yetîm ku ji peywirê hate girtin, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî di peyameka xwe de bal kişandibû ser nelirêtiyên di îhaleyan de tên kirin. Yetîm, 3 salan weke Serokê Komîsyona Plan û Budçeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin hatibû hilbijartin lê di vê hilbijartinê de nekarî bikeve komîsyonan. Balkêş e ku Yetîm piştî parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî ji peywirê hate girtin.    Yetîm, li ser medyaya xwe ya civakî ev peyam parve kiribû: “Ji bo heval, xizm û dostên ku me bi dilsozî dest bi vê rêyê kiribû... Hinek karên ku di dîroka @sanliurfabld nehatine kirin niha têne kirin. Di halê hazir de îhaleyan, bi rêya diyariyan didin hevalên xwe yên nêz. Serok Zeynel bi israr nahêle ku îhale ji cemaweriyê re vekirî bên kirin. Dikim û nakim ez wateyekî nadim vê helwestê.” Piştî vê parvekirinê gelek kesan piştgirî dan û gelek AKP’iyan jî bertek nîşan dabûn.    'ÊDÎ DIZÎ WEKE ŞERM NAYÊ DÎTIN’   Yek ji serokên komîsyonan ê ji peywirê hatiye girtin jî Serokê Komîsyona Avadaniyê Cîhan Canbeylî bû. Bavê Cîhan Canbeylî, Selahaddîn Canbeylî çendek roj berê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kiribû: “Hewceye birêz Serokomar du polîsan dane ser serê her midûrê giştî, serokên daîreyan, serokê şaredariyê, bi kurt û kurmancî deyne ser serê her kesên di daîreyên dewletê de dixebitin ku nekarin diziyê bikin. Êdî dizî, weke şerm nayê dîtin. Kî were hilbijartin jî dê nekare di nava civakeke ewqas xerabûyî de tiştekî bike. Heke em xwe bi ser û ber nekin, ma dê kesê li ser serê me çi bike.” Parvekirina Canbeylî jî di nava AKP’iyan de deng vedabû û gelek kesan bertek nîşan dabûn.    MA / Mujdat Can