Xelkê Cizîrê: Ew çiqas êriş bikin em ê ewqas mezin bibin 2022-04-13 12:57:31   ŞIRNEX - Welatiyên ku li dijî zext û binçavkirinan tev li nobeta li ber avahiya HDP'ê ya Cizîrê bûn, ev tişt gotin: "Ji DEP'ê heta HDP'ê têkoşîna me berdewam dike. Ew çiqas êriş bikin em ê jî deh qat mezintir bibin."   Di 11'ê nîsanê de polîsan bi ser avahiya HDP'a Cizîrê de girt û derî û paceyên wê şikandin û nav avahiyê ji hev belav kirin. Polîsan li navçeya bi ser malan de jî girtin û Hevserokê HDP'a Cizîrê Mesût Nart jî di nav de 10 kesan binçav kirin. Li dijî van zext û êrişên li ser HDP'ê bi pêşengiya HDP'iyan cizîriyan li ber avahiya HDP'a Cizîrê dest bi nobetê kirin. Nobet di roja sêyemîn de berdewam dike. Welatiyên ku tevli nobetê didibin dibejin ku wê têkoşîna xwe ya li dijî zextan berdewam bikin.    'GEL TÊK NEÇÛYE Û WÊ TÊK NEÇE JÎ'   Welatî Ziynet Kuçuk (40) ku tevli nobetê bû, diyar kir ku ji bo nobeta şerefê hatiye û û ev tişt got: "Mirovên îro hatine vir ji bo şerefê hatine. AKP-MHP gelê kurd tune dihesibînin. HDP bi dengê gel ketiye meclisê û wê her hebe. Em ê partiya gel qet bi tenê nehêlin. Êriş bi armanca çavtirsandinê ne. Bi salan e gelê kurd bi van êrişan re rû bi rû ye. Zarokên wan tên kuştin, malên wan tên talankirin, tên girtin û êriş li partiyên wan tên kirin. Lê têk neçûne û wê têk neçin. Kuştina mirovan ne bes bû ku niha jî dişikînin û hildiweşînin. Lê ew nikarin 4 kesan bînin cem hev. Ji bo neçar dimînin ku perekî zêde razînin. Divê em tev li HDP'ê xwedî derkevin. Lê pêşiya me hilbijartin heye. Divê em hesabê van êrişan di sindoqê de bipirsin. Ew çiqas êriş dikin em ê deh qet mezintir bibin. Bila kes nebêje, 'Gelê kurd tiştek nizane û li mala xwe rûdinê'. Lewre gelê kurd dema wexta wê bê baş dizane ku dê çi gavî biavêje."   'PERE DIQEDE LÊ KURDISTAN NA'   Asya Oglagi (55) ku ji bo piştgiriya HDP'ê tevli nobetê bûye jî destnîşan kir ku bi girtin û êrişê nikarin mejiyê wan teslîm bigirin û ev tişt anî ziman: "Nikarin vê bikin. Her roj êrişî partiya me dikin û wêneyên mirovên jiyana xwe ji dest dane dişikînin. Ji me bi sedan kesî bikujin jî em ê zêde bibin. Em ê qet dev ji vê têkoşîn û partiyê bernedin. Em bi vî rojî tên li partiya xwe nobet digirin. Ev partî vîna me ye. Kesên ku xwe ji bo pereyan firotine, wê pere biqedin lê Kurdistan û mirovahî naqede."   'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'   Welatî Dûrsûn Çakir (57) jî êrişa li dijî avahiya HDP'ê şermezar kir û derbarê mijarê de ev tişt got: "Wê bi birçîbûn û girtinê kurdan neqedînin. Bi salan êrişî partiya me dikin. Lê weke ku Mehmet Tûnç jî got em ê serî netewînin. Kurdan di Newrozê de peyama xwe da. Gel bi vê sekna xwe rûyê reş ê dewletê nîşan da. Kesên ku vê tehemûl nakin bi serdegirtinan hewl didin me bitirsînin. Lê em kesek jî bimînin em ê vê têkoşînê bidomînin. Heta ku bigihîjin azadiya xwe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."   'EM BI GIRTINÊ NAQEDIN'   Taybet Acet (50) jî bi lêv kir ku tiştên bi serê kurdan de tînin zilm e û wiha got: "Em ne bi girtin ne jî bi kuştinê diqedin. Çi dikin bila bikin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."   Nezîr Dervîş (52) jî got ku ji bo nîşan bide kurd di têkoşîna xwe de di paş de gav navêjin tevli nobetê bûye û anî ziman ku kesek tenê jî bimîne dê li partiya xwe xwedî derkeve û li ser piya be.   Welatiyê bi navê Nûriye Bîlîr (53) jî ev tişt got: "Çi dikin bila bikin heta ku em bijîn em ê li partiya xwe xwedî derkevin û bi tenê nehin. Wê ev êriş bi me di paş de gav nedin avêtin. Em 10 kes bên girtin em ê bibin 20 kes."    Îbrahîm Acar (58) jî wiha axivî: "Em bên kuştin jî bên girtin jî bên talankirin jî, em her hene. Ev pirsgirêk wiha çareser nabe. Çareserî pergaleke demokratîk e. Divê mirov azad bin. Divê herkes li dijî zilmê derkeve û yekitî hebe."   'CIWAN PARTIYA XWE BI TENÊ NAHÊLIN'   Ferît Artûç (30), diyar kir ku binçavkirin û girtina rêveberên HDP'ê cureyek pişaftinê ye û ev tiş anî ziman: "Ez li dijî polîtîkayên pişaftinê yên dewletê hatim vir. Ji bo ku em nîşan bidin ev partî nayê girtin hatin vir. Pergal hewl dide ciwanan bike bin zextê û fermana xwe. Lê ciwan qet dev ji partiya xwe bernadin."   'JI DEP'Ê HETA HDP'Ê TÊKOŞÎN DIDOME'   Ciwanê bi navê Mûhammed Argan (19) jî bi bîr xist ku HDP sêyemîn mezintirîn partiya Tirkiyeyê ye û wiha qedand: "HDP partiya jin û ciwanan e. Cihê gel û baweriyane. Li Tirkiyeyê partiyeke mîna HDP'ê tune ye. Hêza xwe ji vir digire. Rêya xelasiya Tirkiyeyê paradîgmaya ku HDP'ê diparêze. Ji ber vê em hatin parastina HDP'ê. Dixwazin HDP'ê di siyasetê de tune bikin. Lê her roja ku diçe HDP mezintir dibe. Di hilbijartinan de bi milyonan kesî deng da HDP'ê. HDP bi binçavkirin û girtina naqede. Ji DEP'ê heta HADEP'ê gelek partî hatin girtin. Lê îro li şûna wan HDP heye. Ji DEP'ê heta HADEP'ê ji HADEP'ê heta HDP'ê têkoşîn didome. Ev têkoşîna naqede. Wê bi êrişan negihîjin tu derê."   MA / Omer Akin - Zeynep Dûrgût