Li Rezanê înşeata mizgeftekê hilweşiya: 6 karker birîndar bûn 2022-04-13 13:02:31   AMED - Li Amedê qubeya mizgeftek ku hêj înşeata wê didome hilweşiya û yek jê giran 6 karker birîndar bûn.   Li kuçeya 1144’an a li taxa Bagcilara navçeya Rezana Amedê qubeya Mizgefta Haci Bakî Çelîk ku hêj înşeata wê didome, hilweşiya. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hilweşandin di kêliya ku karkerên ku qalibê qubeya mizgeftê girê didan û betonê dirijandin de pêk hatiye. Bi hilweşandina qubeyê re karker di bin kavilê qubeyê de man. Tîmên agirkujiyê, AFAD, tenduristî û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama xebata hat kirin de 6 karker ji bin kavil hatin derxistin. Karkeran rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Hat zanîn ku karkerek bi giranî birîndar bûye.