Li dijî binçavkirinan nerazîbûn: Gelê kurd dê bi ser bikeve û AKP jî têk biçe 2022-04-13 13:51:35 NAVENDA NÛÇEYAN – Zext û pêla binçavkirinê yên li ser HDP’ê lig elek navendan bi daxuyaniyan hat protestokirin. Hevserokên bajaran ên HDP’ê gotin: “Gelê kurd, HDP’ê serî netewand û wê tu demê netewîne. Wê kurd û gelên din bi ser bikevin û AKP têk biçe”  Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajaran li gelek navendan biryara binçavkirina 91 kesên ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de duh hat derxistin û gelek ji wan hatine binçavkirin û her wiha zextên polîsan ên li ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê şermezar kirin.    AMED    Di çarçoveya "Lêpirsîna Kobanê" ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hatibû destpêkirin de biryara binçavkirina 91 siyasetmedaran hatibûn dayîn. Li ser vê duh polisan li 13 bajaran bi ser malan de girtibû û bi giştî 46 kesan binçav kiribûn. Rêxistina Partiya Demoktatîk a Gelan (HDP) a Bajar a Amedê, tekîldarî operasyonê li ber Biryardariya Mafên Mîrovan a li parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da. Endam û rêvebêrên Rêxistinên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê, hevserokên HDP'a Amedê, parlementerên HDP'ê Îmam Taşçier, Dersîm Dag tev li daxuyanî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li vir in em HDP ê diparêzin, kes nikare îradeya me bişikîne” hat vekirin.    Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan axivî û diyar kir ku ji sala 2015'an ve li dijî partiya wan bi hezaran operasyona hatine lidarxistin û û ev tişt got: "Di van operasyonan de bi hezeran HDP’î hatin binçavkirin û di heman demê de bi hezaran HDP'î jî hatin girtin. Armanca desthilata AKP-MHP'ê ew e ku HDP’ê bêbandor bikin û nehelin siyaseta demokratîk bi pêş bikeve. Civak kuştina xwe û aştiyê naxwaze. Erişên desthilatê ne ji xortbûna wê ji qelsbûna wê ne. Çi dibe bila bibe AKP-MHP hatine ber asta qedandinê. Yên ku winda dike ew in û ya ku qezenç dike jî siyaseta HDP û sazî û dezgahên civaka demokratîk in.”   Piştî axaftina Zeyyad Ceylan, Parlementer Dersim Dag jî axivî û "Lêpirsîna Kobanê" weke "kompas" pênase kir û wiha got: "Desthilat bi 'Lêpirsina Kobanê' dixwaze destkeftiyên gelê kurd tune bike. Li Kobane DAIŞ'ê winda kir. Deshilata AKP'ê vê qabul nake û ji ber vê yekê bi ser gelê kurd te tê û dixwaze tola DAIŞ'ê ji kurdan bigire. AKP-MHP bi van operasyonan dixwazin tekoşîna kurdan îllegalîze bikin. Lê çawa ku DAIŞ winda kir wê AKP-MHP jî winda bikin."   MÊRDÎN   Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrdînê li ber avahiya xwe daxuyanî da û binçavkirinên pêk hatin û zextên li ser avahiya HDP’a Cîzîrê şermezar kir. Gelek endam û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em HDP ê Diparêzin” vekirin.    Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu diyar kir ku armanca êrişên AKP’ê û MHP’ê ew e ku HDP siyasetê neke û got: “HDP rêya sêyemîn e. HDP fikr û ramanek e. HDP azadî ye. HDP hêviya gelan e. Hûn nikarin îradeya gel asteng bikin û em faşîzma desthilatdariyê şermezar dikin, Em hebûn, em hene û em ê her hebin.”    Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salih Kuday jî anî ziman ku wê gelê kurd li ber van zextan jî serî netewîne û ew ê têkoşîna wan bi ser bikeve.    RIHA   Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Rihayê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û zextan şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.    Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan anî ziman ku ji bo îktidara AKP-MHP’ê têkoşîna HDP’ê di çavê gelê kurd de bide reşkirin, van zextan pêk tîne û dê ev zext bi ser nekevin.    Parlamenter Omer Ocalan jî destnîşan kir ku wan gelek zext û tirsan ji ser xwe avêtine û got: “Wê ev zîhniyeta çetekar têk here û em ê bi ser bikevin. Em meşru ne û divê ji îradeya gel re hurmet bê nîşandan.”    MÊRSÎN    Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî li Parka Zarokên Azad daxuyanî da û nûnerên partiyên siyasî, sendîka, komele û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn û pankarta “Zext nikarim me bêzar bikin” vekirin. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş da zanîn ku ew ê li dijî zextan li ber xwe bidin û wê HDP bi ser bikeve.   ÎSKENDERÛN   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûnê jî li avahiya xwe zextên li ser partiya xwe şeremezar kir. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn anî ziman ku ew ê li dijî her dozên dekûdolabê derkevin û têkoşîna xwe bidomînin. Şahîn xwest kesên hatine binçavkirin tavilê bên berdan.