Li Dêrsimê bertek nîşanî tundiya polîsan dan 2022-04-13 14:24:25 DÊRSIM - Hêzên Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî tundiya polîsan a li Dogûkan Gul dan. Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu yê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Heke hêzên ewlehiyê weke çeteyan tevbigerin, gelê me jî wê xwe bi xwe biparêze.”   Ciwanê bi navê Dogukan Gul li gel sê hevalên xwe di 11’ê nîsanê de li Taxa Ataturk a Dêrsimê hatibû binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Bajêr îşkence lê hatibû kirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê bi armanca bertek nîşanî îşkenceyê bidin li Kolana Hunerê daxuyanî da. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alîcan Onlû, endamên Meclîsa HDP’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr tevlî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de pankartên “Em ê teslîmî faşîzmê nebin, polîsên îşkencekar wê hesab bidin” û “Ji îşkenceyê re na” hatin vekirin û dirûşmeyên “Dêrsim wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Polîsên îşkencekar wê hesab bidin”, “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” hatin berzkirin.    Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Dêrsimê Gurbuz Solmaz diyar kir ku piştî îşkenceyê Gul serî li ÎHD’ê daye û bi lêv kir ku li dijî neheqiyên diqewimin tu caran bêdeng nemane. Solmaz, anî ziman ku tundiya polîsan a li ser Gul şermezar dikin û diyar kir ku îşkenceya li Gul hatiye kirin sûcê mirovahiyê ye.    BAROYA DÊRSIMÊ: EM HIŞYAR DIKIN   Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetîn jî bi lêv kir ku piştî bûyerê bi saziya rayedar û gelek kesan re hevdîtin kirine û diyar kir ku her cure mudaxileya bedena mirovan “sûcê mirovahiyê ye”. Çetîn, destnîşan kir ku weke baro wê şopdarên bûyerê bin û wiha got: “Piştî bûyerê hin welatiyên din jî xwe gihandin me. Ev jî nîşan dide ku ev bûyer ne cara ewil e. Dema ev serlêdan veguherîn fermiyetê wê demê em ê bi çapemeniyê re parve bikin. Bila kes Dêrsimê weke milkên bavê xwe nebine. Em weke baro bi awayekî cidî hişyar dikin; em vê ji hêzên ewlehiyê û amirên mulkî û îdarî re dibêjin: Bûyerê bi awayekî zelal ji raya giştî re parve bikin û peywîrdarên cemaweriyê yên weke îdarî îhmala wan di bûyerê de hene demildest ji peywîrê bigirin. Daxwaza me ev e.”   ‘BÛYEREKE EDLÎ NÎNE’   Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu jî wiha got: “Ev faşîzm ne tenê ciwanên me yên li Dêrsimê, her wiha jin, xweza, gel, kedkar û wijdanên me li her dera Kurdistan û Tirkiyeyê qetil dike. Daxuyaniya ku Walitiyê têkildarî bûyerê kirî ji bûyerê xerabtir e. Ev ne hêzên ewlehiyê yên gel di parêzin in. Ev bûyer ne bûyereke edlî ye bûyereke kirêt e. Ev êrîşeke dijminane ya li ser ziman, çand, bawerî, her tiştê gel e. Ew çete ne. Walî û serokê AKP’ê yê bajêr bi awayekî metirsîdar dilîzin. Eger hûn lêgerîna mafan ji çeteyên bi vî rengî re bihêlin, ev gel wê tedbîrên xwe bigire. Eger hêzên ewlekariyê mîna çeteyan tevbigerin, ciwanên me, gelê me wê xwe bi xwe biparêzin.”