‘Em dixwazin edalet pêk were’ 2022-04-13 15:58:24   WAN - Di Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin de banga berdana girtiyên nexweş hatae dubarekirin û wiha hat gotin: “Em dixwazin edalet pêk were.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin, di roja 117’emîn de berdewam dike. Çalakiya îro dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Aslihan Tîmûr didomîne. Rêxistina HDP’a Tûşbayê serdana çalakiya nobetê kir.     Hevserokê HDP’a Tûşbayê Hakki Cemal ê di serdanê de axivî, diyar kir ku wê her tim piştgiriya çalakiya dayikan bikin û wiha got: “Di serî de Aysel Tûglûk divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Divê girtiyên bi awayekî neheqî, bêedaletî û bêhiqûqî li girtîgehan tên ragirtin divê êdî bên berdan. Ji bo edalet pêk were ev hewce ye.”   ‘BILA MIRIN BI DAWÎ BIBIN’   Cemal, bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan divê demildest bê rakirin û wiha berdewam kir: “Em tecrîda li girtîgehan qebûl nakin. Li girtîgehan her roj mirin çêdibin. Êdî divê ev pêk anîn bi dawî bibin. Em dixwazin edalet pêk were.”   ‘EM BÊHIQÛQIYÊ QEBÛL NAKIN’   Aslihan Tîmûr a di çalakiya nobeta edaletê de jî diyar kir ku ji ber ev bêhiqûqiya heyî qebûl nekirin dest bi nobetê kirin û xwest ku kesên neheqî û bêhiqûqî li girtîgehan tên ragirtin demildest bên berdan.”