Derbarê Pîroglû ku polîsan xistibû erdî lêpirsîn hate destpêkirin 2022-04-13 16:33:39   STENBOL - Derbarê parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû ku di çalakiyeke şermezarkirinê de polîsan ew xistibû erdî, lêpirsîn hate destpêkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatibû rêveberin li 13 bajaran bi ser malan de hatibû girtin. Li dijî vê yekê jî li Kadikoy a Stenbolê di 12’ê Adarê de çalakiyeke şermezarkirinê hatibû lidarxistin. Di mudaxileya polîsan a çalakiyê de, polîsên parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû ji kursiya wî ya biteker xistibûn erdî.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê Pîroglû yê polîsan xistibû erdî, bi hêceta “heqaret li peywîrdarê cemaweriyê kiriye” lêpirsîn da destpêkirin.