Li ser cenazeyê Yilmaz ku li girtîgehê hatibû kuştin şopên îşkenceyê 2022-04-13 17:22:02 ÊLIH - Dîmenên Ferhan Yilmaz ku li Girtîgeha Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest dabû yên li nexweşxaneyê derketin. Di dîmenan de xuya dibe ku şopên îşkenceyê li ser bedena Yilmaz hene.    Ji ber zext û îşkenceya 60 gardiyanan, li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 8 girtiyan hewl dan xwe bikujin. Di encamê de Ferhan Yilmaz û girtiyeke din jiyana xwe ji dest dan. Dîmenên Yilmaz ên li nexweşxaneyê derketin holê. Dema Yilmaz li odeyeke nexweşxaneyê dihat ragirtin, dîmeneke ku ji 6 saniyeyan pêk tê hatiye kişandin. Di dîmenan de li ser rûyê Yilmaz şopa îşkenceyê xuya dike. Li ser poz û lêvên Yilmaz şopên îşkenceyê xuya dikin.    Birayê Ferhan Yilmaz, Hîkmet Yilmaz têkildarî rewşa birayê xwe ji ajansa me re axivîbû. Yilmaz, destnîşan kir ku cenazeyê birayê xwe şûşt û ev agahî dan: “Ji ber tiştên ku min dîtin, mat bûm. Lêva wî ya jor bi qasî destekî werimî bû. Çavên wî ewqas reş û şîn bûbûn ku nedihatin dîtin. Ji bin çavên wî xwîn dihat. Singê wî hinek reş û şîn bûbû. Li ser qirika wî şopeke bi qasî 20 santîman hebû. Bawerim hewl dane wî bi benê cilan bixeniqînin. Şopên li ser poza wî qey yên derbê bûn. Tiştên ku di sala 1980’an de li Girtîgeha Amedê hatibûn kirin niha jî li Girtîgeha Sîlîvriyê hatibûn kirin. Ji ewil îşkence û zext kirine û herî dawî jî komkujî kirin. Birayê min bi îşkenceyê qetil kirine. Berpirsyartiya kê di vê bûyerê de hebe hewceye li pêşiya hiqûqê hesabê bide. Em ê giliyê rêveberiya girtîgehê bikin.”