Beton rijandin ser Birca Derîyê Çîyê 2022-04-13 18:02:37   AMED – Li navçeya Sûrê ya Amedê, di bin navê restorekirinê de bi makîneyê betona amadekirî rijandin ser Birca Derîyê Çîyê.   Li navçeya Sûrê ya Amedê ku di nav lîsteya mirateya çandî ya UNESCO’yê de ye restorakirina bedenên dîrokî berdewam dike. Hat dîtin ku di bin navê restorekirinê de bedenên dîrokî tên texribkirin. Bi makîneyê betona amadekirî rijandin ser Birca Derîyê Çîyê.    Rijandina betonê îro hat rawestandin û li gorî agahiyên ku kesên li herêmê ragihandin wê sibê carekê din rijandina betonê ya li ser Birca Derîyê Çîyê berdewam bike.