Helbestvan Emîralî Yagan li Dersimê hat veşartin 2022-04-13 20:17:45   DERSIM - Helbestvan Emîralî Yagan ku li Parîsê jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe Dersimê hat veşartin.    Helbestvan Emîralî Yagan ku li paytexta Fransayê Parîsê jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe li Dersimê hat veşartin. Merasîma cenaze li gundê Demîrkapi yê Dersimê hat lidarxistin. Tevî malbata Yagan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî gelek kes tevli merasîmê bûn. Cenazeyê Yagan li goristana gund hat veşartin.