ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-14 09:00:02 * Derket holê ku Şaredariya Peyasê pêvekên qaçax ên Nexweşxaneya Genesîsê ya Taybet tespît kirine û ew mohr kirine. Lê şaredariyê hem pêvekên qaçax xera nekirine hem jî ji bo yên nû xwe li nedîtinê daniye.  * Li navçeya Rezanê li ser her kuçeyê behsa xizaniyê tê kirin. Jinên ku ji bêgavî êvarî diçin bazarê û firingiyên eciqandî berhev dikin, dixwazin budçeya ku ji bo şer hatiye veqetandin, ji bo gel bê veqetandin.    * Di Rapora Venêrînê ya 2021'ê ya Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î de bi dehan bêusûlî hatin tespîtkirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku şaredariyê ji aşxaneyê asfalt, ji elektrîkvan jî eşyayên diyariyê stendine.    * Parêzer Mavîş Aydin diyar kir ku îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan veguherîne tiştekî asayî û ji ber van pêkanînan mafên bingehîn ên girtiyan tên binpêkirin.    * Rojnamevanan bal kişand ser daxuyaniyên têkildarî operasyona derveyî sînor ku tê gotin dê PDK tevî Tirkiyeyê daxilî nava van operasyonan bibe û xwestin, PDK demildest dev ji vê helwesta xwe berde.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 402’yemîn de berdewam dike.    * Doza endama Meclîsa HDP’ê Sevîm Akdag lê tê darizandin, dê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * SES, têkildarî çalakiyên xwe ku dê mehên Gulan û Hezîranê pêk bîne wê li navenda xwe ya giştî ya sendîkayê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Doza girtinê ya derbarê Navenda Civakî ya Tarlabaşiyê hatiye vekirin, wê li 8’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Sulhê ya li Çaglayanê were dîtin. (11.45)   * Rêxistina HDP’a Wanê dê têkildarî zextên li ser partiya xwe wê li pêş avahiya HDP’a Edremîtê daxuyaniyê bide. (12.00)   * Şandeya ji nûnerên HDP, OHD û ÎHD’ê pêk tê wê têkildarî serdanên xwe yên Girtîgehên Îdir, Panos û Wanê li Baroya Wanê daxuyaniyekê bide. (13.00) ZINDÎ   * Çalakiyên Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Amed, Îzmîr û Wanê dane destpêkirin, berdewam dikin. (13.00-16.00)