Malbata Şenyaşar: Kesên vê bêhiqûqiyê dikin dê rojekê bên darizandin 2022-04-14 13:01:36   RIHA - Di çalakiya Nobeta Edaletê de malbata Şenyaşar ev peyam parve kir: “Kesên ku vê bêhiqûqiyê dikin dê rojekê bên darizandin.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê îro di roja 402’yan de berdewam kir. Ferît Şenyaşar, ji ber ku çûbû serdana birayê xwe Fadil Şenyaşar ku li Girtîgeha Xarpetê tê ragirtin, di çalakiya îro de birayê wî Mehmet Şenyaşar li gel dayika xwe Emîne Şenyaşar çalakiya Nobeta Edaletê domand.    Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir. Di çalakiyê de ev pankart hate daliqandin: “Hevjîn û 2 kurên min li nexweşxaneyê qetil kirin lê yek kes nehate girtin! Kurê min ev 4 sal in bi fermana serdestan di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Dixwazim ku kurê min were berdan. Edalet ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî.”    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dinya, medyaya civakî ji bo zewqê bi kar tîne. Lê em ji bo ku ji mirov û rayedaran ‘heq, hiqûq, edaletê’ bixwazin bi kar tînin. Bêguman dê kesên vê bêhiqûqiyê dikin rojekê bên darizandin.”