Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin 2022-04-14 13:04:28   AGIRÎ – Cendirmeyan di saetên serê sibehê de li navçeya Giyadîn a Agiriyê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de 5 kes hatin binçavkirin.    Cendirmeyan di saetên serê sibehê de li navçeya Giyadîn a Agiriyê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de welatiyên bi navên Kazim Çîçek, Cuneyt Kaya, Ûmît Yildiz, Îsa Mîrboga û Halîs Bakir hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Giyadînê. Nehat zanîn bê ka ev welatî çima hatine binçavkirin.