Li Hezexê di encama teqîna cismekê de 2 zarok birîndar bûn 2022-04-14 13:33:12   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê di encama teqîna cismekî ku nêzî Qereqola Cendermeyan hate dîtin de 2 zarok birîndar bûn.    Sercan E. (15) û Mûrat E. (15) salî ku li gundê Kîvex yê navçeya Hezex a Şirnexê li heywanên xwe yên windabûyî digeriyan, di encama têqîna cismê ku dîtin de birîndar bûn. Piştî ku welatiyên derdorê ferq kirin Sercan û Mûrat E. bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.    Malbatê diyar kir ku cihê cismê zarokên wan dîtin û teqiya nêzî Qereqola Cendermeyan a Kîvexê ye. Hate diyarkirin ku dermankirina li nexweşxaneyê ya her du zarokên ku ji çokên xwe birîndarbûna berdewam dike û rewşa wan baş e. Hate ragihandin ku cendermeyan têkildarî teqînê îfadeyên zarokan wergirtine.