Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine 2022-04-14 15:21:00 WAN - Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê piştî serdanên xwe yên li Wan, Îdir û Agiriyê li Wanê daxuyanî dan. Şandeyê diyar kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û zilma li girtîgehan tê kirin nîşan dide bê ka Tirkiye welateke çawa ye.  Şandeya ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk dihat, têkildarî serdanên xwe yên li girtîgehên Wan, Îdir û Agiriyê li Baroya Wanê daxuyanî dan. Şandeya ku parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Abdullah Koç, Fatma Kurtulan, Huseyîn Kaçmaz û Muazzez Orhan û Rêveberê Navenda Giştî ya OHD’ê parêzer Hamdî Bayhan jî di nav de bûn, li Wanê ji ewil çûn serdana Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê ku gelek binpêkirin lê têne kirin. Şandeyê xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bike lê belê ev daxwaza wan hate redkirin.    SERDANA JI BO BARO Û NOBETA EDALETÊ    Li ser vê yekê şande ji girtîgehê derket û çû serdana Baroya Wanê. Şande, ji hêla endamên Lijneya Rêveber a Baroya Wanê ve hate pêşwazîkirin. Şandeyê li baroyê civîneke ji çapemeniyê re girtî li dar xist û piştre çû serdana malbatên girtiyan ku ev 118 roj in Nobeta Edaletê digirin. Şandeyê li vir derheqê serdanên xwe yên du rojan de li gel malbatan daxuyaniyek da.    ‘HAYA ME JÊ HEYE BÊ KA ÇI DIQEWIME’    Li ser navê şandeyê Fatma Kurtulan axivî û wiha got: “Ji ewil em çûn serdana Girtîgeha Tîpa S a Îdirê. Piştre jî em çûn serdana Girtîgeha Tîpa L a Panosê. Me xwest bi dozgerê girtîgehê û rêveberiyê re hevdîtinê bikin lê bêyî ku sedemek bê nîşandan ev daxwaza me red kirin. Lê me li Îdirê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Li Panosê îşkence heye. Me bihîstibû ku hejmartina ser pêyan li girtiyan tê ferzkirin û ji ber ku girtî li dijî vê sepanê derketine, îşkence lê hatiye kirin. Piştî hevdîtinên hevalên me yên parêzer, ev îdia hatin piştrastkirin. Haya me jê heye bê ka li wir çi diqewime.”    ‘BI ÎŞKENCEYÊ HATE KUŞTIN’    Bi domdarî Kurtulan anî ziman ku pirsgirêka girtîgehên Tirkiyeyê êdî veguheriye pirsgirêkeke bingehîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî, li girtîgehan têkoşîneke mezin didin. Lê dewletê li dijî girtiyan, şer daye destpêkirin. Girtî, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest didin. Saziyên têkildar her çend bibêjin ku mirina li Sîlîvriyê ne ji ber îşkenceyê ye jî, bi dîmenan xuyaye bû ku ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da ye. Li deverên cuda jî îşkence tê kirin.”    ‘GIRTIYAN DIŞÎNIN MIRINÊ’    Kurtulan, daxuyand ku rewşa girtiyên nexweş hêj xerabtir e û ev agahî dan: “Girtiyên nexweş nikarin derman bibin. 604 girtiyên nexweş ên giran hene ku gelemperiya wan terkî mirinê hatine kirin. Hêjta jî girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Cenazeyê Mehmet Sevînç ji Girtîgeha Manîsayê derket. Heke baş bihata dermankirin, anîbûna cem hevalê wî, dikariya bijiya. Bi zanebûn terkî mirinê kirin. tedawiya bikelemçe astengiyeke mezin e. Bi mehan piştre girtiyên nexweş dibin nexweşxaneyê û tedawiya bikelemçe li wan tê ferzkirin. Lewma tedawiyê red dikin. Berpirsyarê her mirinekê dewlet bi xwe ye. Dewlet û desthilatdarî ji her tiştekî girtiyan berpirsyar e. Em ê dev ji van tiştan bernedin. Yek bi yek em ê hesaba tevan jî ji wan bipirsin.”    REWŞA AYSEL TUGLUK    Di berdewamê de Kurtulan bal kişand ser rewşa Aysel Tugluk û wiha pê de çû: “Hemû tevgerên jinan bang dikin ku Aysel Tugluk were berdan da ku rewşa wê xerabtir nebe. Lê çav û guhên xwe li vê bangê girtine. Hevala wê ya qawîşê êdî hewarê dike. Divê Aysel Tugluk di zûtirin dem de were berdan.”    HEKE BI OCALAN RE HEVDÎTIN WERE KIRIN...    Kurtulan, da zanîn ku bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re rewşa Tirkiyeyê her ku diçe xerabtir dibe û axaftina xwe wiha xelas kir: “Tecrîd, niha li her deverê berbelav bûye. Sedema xitimîna heyî jî ew e ku Tirkiyeyê pişta xwe daye aştiyê ye. Em baş pê dizanin ku heke Tirkiye deriyê Îmraliyê veke; di encama hevdîtinên bi birêz Ocalan re dê Tirkiye di her alî de bi ser xwe ve were. Rewşa heyî, girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye. Weke HDP’ê em ê bêhtir li ser vê mijarê bisekinin. Heke gaveke demokratîkbûnê bê avêtin, ji ewil divê li girtîgehan bê avêtin. Girtîgeh, sedema bingehîn a rewşa niha Tirkiyeyê ketiyê ye. Zilma li girtîgehan tê meşandin nîşan dide bê ka Tirkiye welatekî çawa ye. Çalakiya dayikan, çalakiyeke biwate ye û em jî piştgiriyê didin. Divê hêj tiştek bi serê girtiyên nexweş nehatî, di demekî herî nêz de werin berdan û dermankirin.”