OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir 2022-04-14 16:12:50   STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji ber îşkenceya sîstematîk a li Girtîgeha Sîlîvriyê gilî kir.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê bi sedema îşkenceya sîstematîk û zexta ku girtiyan neçarî întîharê dike ya li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê, li Serdozgeriya Komarê Sîlîvriyê serlêdana sûc kir.  Şaxa komeleyê da zanîn ku têkildarî sûcên heyî dê tevahiya pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bişopînin.