Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine 2022-04-14 16:30:35 WAN - 4 girtiyên ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihatin ragirtin, li girtîgehên cuda hatin veguhestin. Lê nayê zanîn bê ka girtî li kîjan girtîgehan hatine veguhestin.    Girtiyên bi navên Fahrettîn Îşlek, Firat Erbaga, Kemal Kahraman û Mehmet Tîryakî ku li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê dihatin ragirtin, ber bi girtîgehên cuda ve hatin veguhestin. Hat zanîn ku kar û barên sewqkirinê di roja duşemê de hatine kirin lê belê ji malbatên girtiyan re agahiyek nehatiye parvekirin bê ka li kîjan girtîgehan hatine veguhestin.