Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin 2022-04-14 16:31:18   MÊRDÎN - Şîrîn Keskîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin ku bi malbata xwe re axivî, ragihand ku dema sewqên nexweşxaneyê de lêgerîna nava dev tê ferzkirin û rastî gelek binpêkirinên mafan dibin.    Şîrîn Keskîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin, bi malbata xwe re bi telefonê axivî û binpêkirinên mafan ragihandin. Keskîn, diyar kir ku ji bo ku têkiliya girtiyan ji hev qût bikin her cure sepanan pêk tînin û bi lêv kir ku gardiyan her tim pirsgirêkan derdixînin, girtiyan tahrîk dikin û zorê didin ku bûyeran derxînin. Keskîn, anî ziman ku gardiyan bi komên çar çar bi ser qawişan de digirin, tiştan belav dikin û wiha got: “Ji bo pirsgirêkan derxînin hêcetan digerin. Girtiyan tahrîk dikin. Me beriya niha hevdîtinên bi telefonê li korîdorê dikirin. Ji bo ku têkiliyê qût bikin û nehêlin girtî hevdû bibînin telefon jî anîn ber deriyê qawişan.”   LÊGERÎNA NAVA DEV FERZ DIKIN   Keskîn, da zanîn ku di sewqkirina nexweşxaneyan de jî girtî pirsgirêkan dijîn û wiha got: “Legerîna ser me û lêgerîna nava dev li me ferz dikin. Ji ber vê yekê kes naxwaze biçin nexweşxaneyê. Hevalên me yên cezayên wan xelasbûne nayên berdan.” Keskîn, xwest ku dengê girtiyan bê bihîstin û got: “Sedemê van zextan ji ber bêdengiyê ye. Ji vê bêdengiyê hêz digirin. Em dixwazin dengê me were bihîstin û şandeyek serdana girtîgehê bikin.”   HEZAR 800 KÎLOMETREYAN DIÇIN Û TÊN   Bavê Keskîn, Azîz Keskîn jî xwest ku dengê girtiyan were bihîstin û wiha got: “Zarokên me hezar 800 kîlometre ji me dûrxistine. Malbat jî nikarin biçin û bên. Di hatin û çûyîna wan jî gelek pirsgirêk derdikevin. Em nikarin her tim biçim serdanan. Em dixwazin dawî li van zextan bên anîn.”   Girtîgehan Tîpa T a Bafrayê ku em bi telefonê lê geriyan, diyar kir ku midurê wan di civînê de ye û nikarin agahiyan bidin.