Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan 2022-04-14 17:04:59   ŞIRNEX - Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart ê li Cizîrê hatibû binçavkirin, tevî 2 kesên din li edliyeyê bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mesût Nart û du kesên din ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dabû destpêkirin hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin.    Di 11’ê Nîsanê de avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê jî di nav de bi ser gelek malan de hatibû girtin. Di serdegirtinan de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart jî di nav de 9 kes hatibûn binçavkirin. 6 kesên ku piştî kirariyên wan ên li miduriyeta polîsan temam bûn duh sewqî edliyeyê hatibûn kirin, hatin berdan.    3 KES SEWQÎ EDLIYEYÊ HATIN KIRIN   Îro jî piştî kirariyên wan ên li miduriyeta polîsan temam bûn Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart, Mehmet Şerîf Elçîoglû û Ahmet Benzer sewqî Edliyeya Şirnexê hatin kirin.    HATIN BERDAN   Piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin wergirtin Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart bi daxwaza girtinê, Ahmet Benzer û Mehmet Şerîf Elçîoglû jî berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sûlh hatin kirin. Her sê kesên ku li vir îfadeya wan hate wergirtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.