Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL 2022-04-15 09:11:54   MÊRDÎN - Piştî "Dikey bahçe projesi" ya bi 3 milyonan a qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, vê carê jî "projeya mini Mardin" a bi 7 milyon û nîvan berî bê vekirin riziya.    Projeya "dikey bahçe projesî" ya bi 3 milyonan a qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, ji ber bêxwedîtiyê bûbû sergo. Piştî vê rêvebiriya qeyûmê nû, li şûna vê projeyê bi navê "Mini Mardin Projesi" projeyeke nû dabû ber îhaleyê. Ev projeya ku îhaleya wê bi 7 milyon û nîvan hatibû çêkirin, hema bibêje înşeata wê temam bûye. Lê berî ku bê vekirin, ji ber kevirên wê bêqalîte ne û malzemeyên şaş hatine bikaranîn, ji niha ve riziyaye.    Kevirên ku tesîr ji baran û berfê girtine, reş dibin. Blokên metal ên di projeyê de hatine bikaranîn jî ji ber ku nebaş in, difelişin.    ‘NE KEVIRÊN HEQÎQÎ NE'   Nûnerê Odeya Endezyarên Madenê yê Mêrdînê Şukru Kaya ku bi salan e li ser keviran lêkolînan dike, diyar kir ku kevirên wekî kevirên Mêrdînê û kevirên Midyadê tên zanîn di lîteraturê de wekî "katorî" tên binavkirin. Kaya, destnîşan kir ku ev kevir li qadên madenê metreyek an jî metre û nîv ji binî erdê tên derxistin û ev kevir di tevahiya avahiyên dîrokî yên Mêrdînê de hatine bikaranîn. Kaya, da zanîn ku ev kevir bi baran û tavê hişk dibin û piştî wextekê rengê wan dibe wekî yê hungiv an jî zer dibin. Kaya, diyar kir ku sedema tekûzbûna avahiyên 2 hezar salî ev kevir in, lê kevirên di projeya qeyûm de hatine bikaranîn ne kevirên heqîqî yên Midyadê yan jî kevirên "katorî" ne.    ‘DÊ NE TEMENDIRÊJ BE'   Kaya, destnîşan kir ku kevirê heqîqî yê "katorî" reş nabe û ne kevirekî spî ye û got: "Kevirê heqîqî divê zer bibe, bibe wekî rengê hungiv. Lê kevirê hatiye bikaranîn ji niha ve zengar girtiye. Hin jê riziyane û derizîne. Gava ew û betonê digihên hev du û av diçe ser wan reş dibin. Ev jî ji bo avahiyê dezavantajek e. Şaş e ku mirov kevirê Mêrdîn-Midyadê li ser lewheyên hesinî bi cih bike. Zengara ji metalê diherike, dê rengê kevir xera bike û kevir birizîne."    Kaya, bilêv kir ku kevirên ku di projeyê de hatine bikaranîn piştî çend salan dê xera bibin û got: "Lewma dê temenê vê avahiyê ne dirêj be. A dibe bi çavkaniyên gel dibe."    MA / Ahmet Kanbal