Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin 2022-04-15 09:13:22 RIHA - Li Kuçeya Şeytên ya Sêwregê esnaf bêyî sîfteh derabeyên xwe datînin. Ji esnafên kuçeyê Samet Çelîk got: "Em navê wî nabêjin, lê tekane sûcdarê aboriyê Ew e."  Esnafên Kuçeya Şeytên a navçeya Sêwreg a Rihayê jî ji ber bihbûnê û enflasyonê nikare çerxa xwe bigerîne. Kuçeya ku berê ji mişteriyan xalî nedibû, niha esnafên wê kursiyên xwe datînin ber dikanên xwe û bi saetan li benda mişteriyan disekinin. Her wiha gelek esnaf jî bêyî sîftehê bikin êvarî derbayên dikanên xwe datînin û diçin malê.    Mehmet Emîn Yazgi yê 42 salî ku cilan difiroşe, anî ziman ku di zarokatiya xwe de li cem bavê xwe dest bi kar kiriye. Yazgi, bertek nîşanî hejmara enflasyonê ya TÎK'ê da û got: "Enflasyon ne ji sedî 60 e, ji sedî 300 e. Min pantorek bi 37 TL'yan distend û bi 50 TL'yî difirot. Niha ez heman pantorî bi 110 TL'yan distînim. Kes nikare tiştekî bikire. Mişterî berê du pantor, gomlekek, tîşortek distend. Lê niha heman mişterî bi zorê pantorekî û tîşortekî distîne. Car heye dixwaze bikire, lê pereyê wî têr nake. Dibêje, 'ez ê paşê werim bistînim.' Ez li zora me diçe. Em ne ketine tera firotinê, em dixwazin mirov karibin bikirin. Dixwazin bikirin, pêdiviya wan pê heye, lê nikarin bikirin."    ‘ÇARESERÎ HILBERANDIN E'   Yazgi, diyar kir ku enflasyon bandor li mitbexê jî kiriye û got: "Par me bi 50 lîreyî her tişt dikirî. Hefteya borî me nikaribû bi 200 lîreyî lazimatiyên xw ebikire. Çareserî hilberandin e. Tu yê bi xwe lazimatiyên xwe peyda bikî, ne ku pêgirtiyê derve bî."    ‘ŞELWAREK BÛYE 500 TL'   Ji esnafên Kuçeya Şeytên Terzî Ahmet ku 44 sal in terziyê çarşiyê ye, got: "Aborî riziyaye. Esnaf birçî ne. Kar û bar tune ye. Mîtroya qumaş bûye 300-400 TL. Berê me şelwarek bi 150 TL'yî difirot, lê niha em heman şelwarî bi 500 TL'yî difiroşin. Her cara ku em ji bo qumaş diçin cem tomerîfiroş, dibêje 'biha bûye.' Tenê ne sektora me, sektorê din jî di heman halî de ne. Mazot serî berdaye çûye. Ma dê malbatek feqîr çawa goşt bikire, bûye 120 TL. Mirov êdî nikarin heqê av û ceryanê bidin."    Terzî Ahmet, destnîşan kir ku êdî kes nikare tiştekî bikire û got: "Demildest divê çareyek bê dîtin. Ger mirov nikaribin nan bibin malê, dê di civakê de bi navê aramiyê tiştek çênebe."    Samet Çelîk ê 23 salî ku 15 sal in di kirtasiyeya bavê xwe dixebite, destnîşan kir ku hejmara enflasyonê ya hatiye eşkerekirin ne rast e û got: "Aborî riziyaye çûye. Par kaxeze A4 ku me bi 20 TL'yî difirot, niha em bi 80 TL'yî difiroşin. Niha maliyeta dagirtina kîsikekî herî kêm bûye 300 TL. Mişterî nikarin tiştekî bikirin. Em jî di peydekirina beran de zehmetiyê dikişînin. Berê mişteriyan bi desteyan pênûs distendin, lê niha 2-3 heban distînin. Desteya pênûsan bi 12 TL'yan bû, lê niha bûye 40 TL."    'SÛCDAR EW E'   Çelîk, destnîşan kir ku dahat û mesrefên kargehê li hev dernakevin û got: "Li dikanê 2 makîne dixebitin. Beriya sersalê fatûreya ceryanê 250 TL dihat. Lê meha borî fatûre 700 TL hat. Dahat kêm bûye. Divê em fiyetan biha bikin, lê ji ber ku kes nikare bikire hema bibêje em hin eşyayan bi zirarê difiroşin."    Çelîk, bilêv kir ku li çarşî û bazarê enflasyon bi awayekî eşkere xwe dide der û got: "Ez û dêya xwe bi hev re diçin bazarê. Par bi 50 lîreyî ereboka me tije dibû, lê niha bi 200 TL'yî tije nabe. Li Rihayê jî îsot bûye 40 TL. Êdî em bi heman dikirin. Ji bo çareserkirina divê kesên ji aboriyê fêm dikin bên serî. Em navê wî nabêjin, lê niha tekane sûcdarê aboriyê Ew e. Aborî dê bi îstiqrareke siyasî baş bibe."    MA / Emrûllah Acar