Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin 2022-04-15 10:18:43 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirine û wiha got: “Bi taybet jî divê têkildarî tiştên ji sala 2015’ê heta niha di qadên daraz û tenduristiyê de qewimîne lêpirsîn bê destpêkirin.”  Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser îfadeyên heman şahidên nepen hem doza Doza Kobanê vekir, hem derheqê hevseroka giştî û endamên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) doz vekir û hem jî ji bo 91 kesan de biryara binçavkirinê da.    Yek ji parêzerên doza SES’ê û Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan derheqê operasyonên binçavkirinê û dozên heyî ji ajansa me re axivî.    Turkdogan, diyar kir ku îdiayên derheqê SES’ê de têne kirin, di salên berê de jî ji bo rêveberên sendîkayê hatibûn kirin û wiha got: “Di çarçoveya şêweyê rêxistiniya KCK’ê de dibêjin; ‘hûn jî tenduristiya gel diparêzin û heman têgehan bi kar tînin.’ Dişibînin hev û îdiayan çêdikin. Ya herî bi nav û deng dosyaya KESK’ê ya Îzmîrê ye. Ev kompas, di sala 2009’an de ji hêla endamên rêxistina Fethullah Gulen ên di nava daraz û polîsan de hate amadekirin. Gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Biryara wan teqez bûbû û piştre jî Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) biryara binpêkirinê da.”    BIRYARA AYM’Ê BI BÎR XIST    Di berdewamê de Turkdogan biryara AYM’ê ya ji bo dozên din ku digot; “delîlên şênber nînin ku sendîkavanan civînên xwe yan jî çalakiyên xwe li ser fermana rêxistineke derqanûnî kiribin û ji ber ku şêweyê wan dişibe hev, nabe ku weke endamtiya wan bên nirxandin” bi bîr xist û wiha domand: “Lewma jî got mafê çalakiyan hatiye binpêkirin. Piştî biryara AYM’ê, 12 sal piştre darizandineke nû dest pê kir û hemû sendîkavanan beraet kir. Îdiayanên mîna van di demên berê de li Enqereyê jî hatibûn kirin. Ew doz jî hîn didomin. Heman îdia ne lê ji yên din cudatir vê carê şahidê nepen heye.”    ‘RÊXISTINÊN PARALEL XELAS NABIN’    Bi domdarî Turkdogan, destnîşan kir ku di doza SES’ê de şahidê nepen li gorî usûl nehatiye guhdarîkirin û wiha axivî: “Wêne danîne pêşiya wan û di bin navê ‘girteka teşhîskirina li ser wêne’ bi awayekî derqanûnî pê dayîne îmzekirin. Ne pêkane ku mirovek ji bo bi sedan kesan bibêje; ‘min ew dîtiye û nas dikim.’ Ev, kompasa polîsan e. Rêxistinên paralel ên dewletê yên di nava hêzên ewlekarî û darazê de qet xelas nabin. Rêxistina berê hikûmetê bi xwe aşkera kir ku ew jî rêxistina Fethullah Gulen bû. Niha jî li şûna wan komên din tên bicihkirin. Taybetiya komên nû jî ew e ku bêhtir nîjadperestin û nêzî MHP’ê ne. Yek ji mezintirîn pirsgirêka dewletê ev rêxistinên paralel ên di nava dewletê de ne.”   ‘DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’    Turkdogan, daxuyand ku xuya bû ku îfadeyên şahidên nepen û yên aşkere ne li gorî agahiyekê ne û wiha pê de çû: “Yek ji mînakên vê jî îtîrafkar Kerem Gokalp ê di Doza Kobanê de ye. Ji poşmantiyê sûd girtiye. Ji bo ku cezayê nexwe jî divê derheqê kes û rêxistinê de agahiyan bide. Nexwe dema xwe radest kirî tenê derheqê endamên rêxistinê yên çekdar de agahî dabûn. Hêzên ewlekariyê û dozgerê lêpirsînê li derveyî qanûnan tevdigerin. Ev yek dê di demên pêş de zelaltir bibe. Piştî guherîna desthilatdariyê, hewceye ji ber qewimînên di qadên tenduristî û darazê de ji sala 2015’an heta niha lêpirsîn bê destpêkirin. Hinek kes dibêjin qey hêza desthilatdariyê li pişt wan e lewma çi dixwazin dikin. AKP dibêje qey dê heta hetayê weke desthilatdarî bimîne. Lê ev çerx her bi vî awayî nagere. Çawa ku ji desthilatdariyê ketin, dê ev pakêtên darazên yên di nava 6 salên dawî de bi serê wan ve bibe bela û bên darizandin. Nîjadperest û neteweperestên di nava dewletê de xwe weke xwediyên dewletê dibînin û bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin.”   Turkdogan, da zanîn ku derhiqûqiyên di dema lêpirsîna Kobanê de yek bi yek derketine holê û wiha derbirî: “Di navbera pêşketina pêvajoyê û daxuyaniyên MHP’ê de hevgirtinek heye. Aşkere ye ku têkiliya hêzên ewlekarî û darazê bi partiyeke siyasî re heye. Ev tiştekî pir talûke ye. Li her devera Tirkiyeyê ev tişt tê kirin. Di demên dawî de êdî bûye moda. Hûn ji bo kesekî li girtîgehê pereyan radizînin, dibêjin ‘fînansmaniya terorê’ û doz tên vekirin. Li Tirkiyeyê heke hûn kurd bin û we alîkarî dabe malbateke kurd a xizan, jixwe hûn raste rast tên tawanbarkirin. Ev jî hiqûqa dijminatiyê ye.”   ‘YA KU TÊ KIRIN ZILM E’   Herî dawî jî Turkdogan ev tişt anî ziman: “Di nava 6 salan de li Tirkiyeyê nêzî 2 milyon kes bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ketine ber lêpirsînê. Nêzî 500 hezar kes jî neçarî dozê hatine kirin. Gelemperiya wan jî beraet dikin. Lêpirsînên ji bo Kobanê tên destpêkirin tevek jî derqanûnî ne. Bi helwesta siyasî tê kirin. Ev nêzî 6 sal in parlamenter û siyasetmedar li hundir tên ragirtin. Ev zilm e. Ev jî bi têrî nake ku sendîkavan jî girtine. Detshilatdariya AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû ava kirine. Tu ferqa van rêxistinan ji ya Fethullah Gulen nîne. Banga min ji bo her 6 partiyên muxalîf ew e ku bi ser xwe ve bên û dengê xwer derxînin. Divê rêxistinên muxalîf ên civakî jî tiştekî bibêjin û piştevaniyê bikin.”    MA / Zemo Aggoz